Demîrer: Tenê bi rapor û civînekê pirsgirêka Kurd çareser nabe 2020-08-15 09:50:02 ENQERE – Akademîsyen Doç. Dr. Yucel Demîrer, nêzîkatiya muxalifê ya li hemberî kêşeya Kurd diyar kir ku bi raporek li Enqereyê û civînek li Stenbolê pirsgirêka Kurd çareser nabe û wiha got: "Divê serokên partiyan biçin herêmê û aşkere tev li meseleyên şênber bibin. Divê tenê xebatên xwe bi gotinan û nivîsên li ser kaxizê bi sînor nekin."    Di demên dawî de li Tirkiyeyê geşedanên nû li siyasetê zêde dibin. Bi taybetî gotinên serokên partiyên berê yên der barê kêşeya Kurd de pirsên nû ava dike. CHP’ê di Lijneya Giştî ya 37’an de bi axaftinên der barê kêşeya Kurd de bû rojeva siyaseta Tirkiyeyê. Lê heta niha bi salan e der barê pirsgirêka Kurd de sozan didin. Gelek rapor amade dikin û gelek civînan li dar dixin. Lê heta niha hêj mafên Kurdan, li ser zagonê nehatiye qebûlkirin. Hêj statuya Kurdan bi fermî nehatiye naskirin. Hêj vîna Kurdan di zindanê de ye. Hevşaredar, siyasetmedar û pêşengên Kurd tên girtin. Hêj êrîşî gorên zarokên Kurdan dikin. Destûr nadin Kurd merasimên cenazeyên zarokên xwe li dar bixin û şînan dînin. Hêj li bajarê Kurdan qedexe li ser qedexeyê tê îlankirin. Hêj li bajarê Kurdan daristan tê şewitandin. Kurdî ne fermî ye û dibistanên bi Kurdî tune ye. Têkildarî nêzîkatiyên partiyên siyasî ya li dijî kêşeya Kurd Zanyarê Siyasetê Akademîsyen Doç. Dr. Yucel Demirer ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.   NEDÎTINA  KURDAN NE KORANÎ YE, ÎNKAR E   Dr. Yucel Demîrer, anî ziman ku îro gelek aktorê siyasî hene, lê di nava van aktorên siyasî de Kurdên mexdûr, xizan û bindest tune ye û wiha got: "Di nava van aktoran de partiyên siyasî yên partiyên sereke-navendî û yên ji van partiyan qetiya ne hene. Li Tirkiye qeyranek mezin a aktorên siyasî heye. Nûnerê meseleyên jiyanî û bingehîn ên Tirkiyeyê di nava van aktoran te tune ye. Raste gelek tişt dibin, lê ev kesana kêmasiya herî girîng nabînin. Kesên ku ji AKP'ê qetiyan divê berî her tiştî hesabên kiryarên xwe bidin. Divê hesabê cihê dagir kirine bidin. Aktorên li pêş divê berî her tiştî rexnedayînek kûr û ji dil bidin. Divê berî her tiştî bi tişta înkar kirine re rû bi rû bibin. Ev mesele ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha didome. Hin gizî raz hene gelek kes dizanin, lê wekî tune nêzîk dibin. Ez meseleya Kurd û komkujiya Ermeniyan jî di nava van meseleyan de dibînim. Ev mesele bandorê li her qada jiyanê dikin. Lê wekî tune nêzîk dibin. Îro pirsgirêka Kurd piştî pozîsyona Tevgera Azadiya Kurd di nava 10 salên dawî de ketiyê, êdî ne pêkan e bê înkarkirin. Lê li gel vê yekê di nava sînorê Komara Tirkiyeyê de hêj ev pirsgikêk nayê dîtin û tê înkarkirin. Ev ne koranî ye. Ev înkarkirin e. Ez vê yekê wekî înkara bi giştî dibînim.    DIVÊ EM BI WÊREKÎ BÊJIN 'QRAL TAZÎ YE'    Ez li Tirkiyeyê şeklê siyasetê dişibînim generalên ku eskerên wan tune ne. Li Tirktiyeyê gelek general var hene. lê eskerên wan tune. Her kes dixwaze bibe aqil û bi rêve bibe. Her kes aqil dide, raporan amade dike. Lê hêz û girseya wan a van bibe çareseriyê tune ye. Divê her kes di vê pêvajoyê de bi wêrekî bêje 'Qral Tazî ye' Divê em niqaş bikin ku li Tirkiyeyê hiqûq tune û Qesrên Edaletê tenê şeklî ne. Divê em her tiştî zelal biaxivin."  Dema CHP qala meseleya Kurd dike peyva sêyemîn rapor e. Tê zanîn ku di dîroka CHP'ê de li ser meseleya Kurd rapor hatin amadekirin. Hin raporên bi wêrekî û bandor hatin nivîsîn. Lê îro li Tirkiyeyê CHP û tu partiyên muxalif ku bêje ez vê raporê têxim meriyetê tune ye. Îro demokrasî ketiye bin sifirê. Ez bawer nakim ku di vê rewşê de pirsgirêka Kurd bi raporek li Enqereyê bê aşkerekirin û civînek li Stenbolê bê li dar xistin bi encam bibe. Ji bo çareseriyê divê serokên partiyan biçin herêmê, gavên şênber bavêjin. Bibin perçeyekî pirsgirêkê ku Kurd li wan xwedî derkevin. Ev tenê bi gotin û nivîsandinê çareser nabe. Ji ber vê yekê ez CHP'ê ji partiyekê wêdetir wekî eniyekê dibînim. Beşek kesên ku dengê xwe didin CHP'ê amade ne ku dengê xwe bidin MHP'ê jî. Di vê rewşa zor de CHP ku dixwaze hevsengiyê li ser şirîkatiya muzakereyê ava bike, ez bawer nakim di meseleya Kurd de gavên çêker bavêjin."    Doç. Dr. Yucel Demîrer, têkildarî bandora vîrûsa Covît -19 jî axivî û got: "Bi vîrûsa Corona re her tişt hat guhertin. Rengê civînan hat guhertin. Civîn li ser online tên kirin. Ji ber vê yekê rengê siyasetê jî hat guhertin. Lê li aliyê din her her tiştî qedexe dikin. Êdî parvekirina tweetê jî wêrekiyê dixwaze. Dixwazin vîrûsê li gorî xwe bi rêve bibin. Her tiştî têxin kontrola xwe."    AKTORÊN PARTIYÊN NÛ DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ HESABÊ ROJÊN BORÎ BIDIN   Demîrer, li ser helwesta Alî Babacan û Ahmet Davutoglu jî rawestiya û got: "Ev aktorên ku di dema partiya xwe de pir bi bandor û xwedî pozisyonek bi hêz bûn, komkujî çêbûn, mirov hatin kuştin, talankirin û wêrankirin pêş ket. Wê demê çima tiştek nekirin. Divê mirov aşkere bi axive. Divê berî her tiştî hesabên wan rojan bidin. Davutoglu û Babacan her çend rûyên xwe yên paqij nîşanî civakê bidin jî divê berê rastiya xwe bînin ziman. Rexnedayîna wê bidin civakê. Ez bawer nakim ev aktor tiştekî bidin gelê Kurd."   Doç. Dr. Demîrer, li ser aktor û muxatabên Kurdan jî rawestiyaı û wiha axivî: "Wekî tê zanîn di nava tevgera azadiya Kurd de gelek aktorên siyaseta Kurd hene. HDP tenê ji vana yek e. Îro di nava sînorê Tirkiyeyê de aktora derdikeve pêş HDP ye. Li Rojhilata Navîn divê hebûna siyasî ya Kurd bi giştî bê dîtin. Divê tenê milê Tirkiyeyê neyê dîtin. Divê li Tirkiyeyê hemû hêzên çep û sosyalist ên hembêza xwe ji bo Kurdan vekirine bi hevre tev bigerin. "    Demîrer, ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe jî anî ziman û wiha çareserî rêz kirin: "Divê pêşerojek Kurdî hebe. Divê kes ji fêrkirina Kurdî bêzar nebe. Divê li vî welatî her kes azad be. Îro HDP bi zilmek mezin re rû bi rû ye. Rêberên HDP’ê kadroyên wê û meclîsên wê hene. Lê bi vê siyasetê êdî nameşe. Di rewşek zordest û otoriter de bê guman lêgerîna demokrasiyê girîng e. Ez van daxuyanî û metnê îmzeyan bi qîmet dibînim. Le divê bêtir gavên şênber bên avêtin. Her kes destê xwe têxe bin kevir. Tahlila Jiyana Civakê  li ser bilgisayar û klavyeyê nayê guhertin. Li ser masê û bi pirtûkan nayê guhertin. Li kolanan, li nava zeviyan û li fabrîqeyan tê guhertin. Bi taybetî hêza muxailf divê li qadan, li nava zeviyan û fabrîqeyan di nava lêgerînê de be. Li pey guhertinê be.    Bugün beni heyecanlandıran şeyler birkaç yüz tanede olsa da fabrika önlerinde dağıtılan bildiriler. 20-30 kişinin katıldığı belki çok büyük bir baskı ile dayak kötek ile sönümlense de bir HDP il, ilçe binası önünde yapılan açıklama beni çok heyecanlandırıyor. Bugün risk alan sorumluluk üstlenen elini taşın altına koyan ve bunu mutlaka yapmaya gayret eden bir dirençliğe ihtiyaç var. Faşizm döneminde her şeye ihtiyacımız var ama çözüm örgütlü mücadeleden ve sokaktan geçiyor.    MA / Berîvan Altan-Selman Guzelyuz