Dîsa derketina derve ya mirovên 65 salî qedexe kirin 2020-08-15 10:00:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên hikûmetê li Riha, Sêrt, Meletî, Mereş, Duzce û Yalovayê ji ber şewba vîrûsa corona (Covid-19) dîsa zêde bû, derketina derve ya mirovên 65 salî qedexe kir.    Vîrûsa corona (Covît-19) li gelek bajaran pêl bi pêl belav dibe. Her rojê bi sedan kesên nû bi şewbê dikevin. Li tevahiya Tirkiyeyê her rojê zêdeyî hezar kesên nû bi şewbê dikevin û zêdeyî 20 kes bi şewbê dimirin. Rayedarên hikûmetê li Riha, Sêrt, Meletî, Mereş, Duzce û Yalovayê ji ber şewba vîrûsa corona (Covid-19) dîsa zêde bû, derketina derve ya mirovên 65 salî qedexe kir. Dîsa li gelek bajaran şahiyên dawetan bi sînor kirin. Biryar gritin ku şahiyên dawetan ên li Kolanan tenê di nava 2 saetan de bên kirin.