Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 182 kes bi Covît-19 ketine 2020-08-15 12:36:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê  Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa diyar kir ku 11 kesên din bi vîrusê ketine û û heta niha 182 kes bi cîrûsê ketine û 10 kes mirine.    Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand 11 kesên din bi koronayê ketine û du kesên din bi Koronavîrusê mirine. Hevserokê  Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa diyar kir ku 11 kesên din bi vîrusê ketine û li gorî bajaran daneyên îro wiha ye: Li Cezîrê 6, Li Kobanê 3, Li Şehbayê 2 kes. Mistefa da zanîn ku kesên korona bi wan re heye, 8 mêr û 3 jin in. Mistefa bi bîr xist ku 7 kesên din baş bûne û bi vê yekê hejmara kesên baş bûne gihaşt 17`an   Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 182 kes bi koronayê ketine û 10 jî mirine.