Artêşa Niştimanî ya Libya: Tirkiye endamên DAIŞ'ê dişîne Libya 2020-08-15 13:35:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê, navên serçete û komên ku Tirkiye şandine Lîbyayê kifş kirin. Ji van kesan Waliyê Reqayê yê di dema çeteyên DAIŞ`ê de herêm serwer kiribûn, çend alîkarên wî, girîngtirîn kesên di nava lîsteya reş a Koalîsyona Navdewletî de û kesekî ku destê wî di şewitandina pîlotê urdinî Muaz El-Kesasîba de heye.   Gerînendeyê Rêveberiya Perspektîfên Manewî yê artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê, Xalid El-Mehcûb, agahî dan nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Emanî Ezam û diyar kir ku serokkomarê Tirkiye Teyyîp Erdogan ji bo rêxistina DAIŞ`ê li rojavayê Lîbyayê bi cih bike plan danîne û kesên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ji Iraq û Sûriyê û rêxistina Gurên Gewr ku ev her rêxistin jî li gorî biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî di lîsteya terorê de ne, derbasî Lîbyayê dike.   Gerînendeyê Rêveberiya Perspektîfên Manewî yê artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê, El-Mehcub, destnîşan kir  ku di demên dawîn de rêxistinên wekî serçeteyên DAIŞ`ê û rêxistina Gurên Gewr ji bo li Lîbyayê DAIŞ bi cih bikin gelek civîn li dar xistin û wiha got: "Waliyê Reqayê Fayîz El-Eqal ê di dema rêxistina DAIŞ`ê de herêm kontrol kiribû, birayên wî Xalid û Fadil, berpirsê çekdarkirina DAIŞ`ê li aliyê rojava anku aliyê bi navê wîlayeta Reqayê Mifnî El-Kehal jî beşdarî civînê bûn." El-Mehcûb bal kişand ser ku kesê bi navê Îsmaîl Îdo jî beşdarî civînê bû, ew jî serçeteyekî DAIŞ`ê û endamekî istixbarata Tirkiyeyê ye û ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve tê xwestin û di nava lîsteya terorê ya reş de ye.   El-Mehcûb piştrast kir ku serçeteyê DAIŞ`ê yê xeter Feysel Belo ku li herêma Girê Spî ya Sûriye bi navê"Emîrê Komê" dihat naskirin, Tirkiye bi komên tundrew re şandin Lîbyayê. Belo di nava 4 kesên ku li pêşberî çavên cîhanê pîlotê Urdinî Muaz El-Kesasîba şewitandibû bû.