Kar û barê Edliyeya Edeneyê HDP ye! 2020-08-16 09:00:40 EDENE - Li Edeneyê, di du mehên dawî de 3 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin, kesek hatin girtin û li 7 kesî jî cezayê "hepsa malê" hat birîn û yên din jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. Her wiha di bin çavan de, polîsan li ciwanan ferz kiriye ku di der barê endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê de îfadeyê bidin.    Li Edeneyê, di avêtina ser malan ên di 2 mehên dawî de 3 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin. Ji 38 kesn hatin binçavkirin yek jê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê û Endamê Meclîsa Ciwanan Ferhat Kalkan jî di nav de cezayê "hepsa malê" li 7 kesan hat birîîn û 19 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan û 8 kes jî pitî îfadeya li emniyetê hatin berdan. Her wiha hîn jî 4 kes li qereqola cendirmeyan e.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de, di 7-8'ê Tebaxê de li hemberî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê operasyonek hat lidarxistin. Di operasyonê de,  Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê û Endamê Meclîsa Ciwanan Ferhat Kalkan û 3 zarok jî di nav de 17 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 7 jê piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan û li Kalkan û 3 ciwanan  û 3 jê zarok 6 ciwan jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.    Di dema binçavan de ji kesên hatine binçavkirin pirsên "Tu tev li pîknîkên Tevgera Ciwanan a Şoreşger bûyî ya na? Te di nav çalakiyên ciwanên PKK'yî û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de cih girtiye yan na? Kî di nava fealiyetên Meclîsa Ciiwanan a HDP'ê de cih digire? Ê ku pêşandana fîlman û organîzasyonên pîknîkan dike kî ye? Pêwendiya te bi kîjan endamê Koma Civakên Kurdistanê/YDG-DGH'ê re heye?" hatine pirsîn.    Her wiha pîknên ku ciwanên HDP'î di çaçroveya kampanyaya "Bi hev re tevbigere" de dikin jî sûc haatiye hesiabdin û li ciwanên di bin çavan de hatiye ferzkirin ku der barê Ferhat Kalkan de îfadeyê bidin. Polîsan ji ciwanan re gotiye, "Der barê Ferhat Kalkan de îfadey idin, em we berdin."    Parêzerê Kalkan Yakûp Ataş jî anî ziman ku ji destpêka lêpirsînê de polîs bi awayekî taybet bi ser mukekîlê wî de çûne, di dema binçavkirinê de destên wî ji paş de kelemêekirine û îşkence lê kirine. Ataş, bilêv kir ku pirsên li emniyetê ji muwekîlê wî pirsîne hemû jî têkildarî fealiyetên HDP'ê de bûne û got: "Ev lêpirsîn li HDP'ê, bi awayekî taybet jî li ciwanên rêxistinkirî yên HDP'ê hatiye kirin."