Piştî çend salan bi beyanên şahidê nepen der barê wî de îdianame hat amadekirin 2020-08-16 09:00:42 MÊRSÎN - Der barê rêvebirê HDP'a Mêrsînê Alî Bîlen de, ji ber fealiyetên wî yên siyasî yên di navbera 2013-2015'an de û ji ber îfadeyên "şahidên nepen" bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin.   Der barê rêvebirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrsînê Alî Bîlen de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrsînê îdianame qebûl kir û dê danişîna ewil di 3'yê Kanûna 2020'an de bê lidarxistın.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de, di 9'ê Hezîranê de tevî Bîlen 7 kes hatibûn binçavkirin û Dadgeriya Ceza ya Sulhê bi şertê kontrolkirina edlî ew berdabûn. Paşê dozgeriyê îdianameyek 3 rûpelî amade kir û der pêş kir ku Bîlen "endamê rêxistinê" ye. Dozgeriyê di îdianameyê de cih daye "beyanên şahdinên nepen" û fealiyetên siyasî yên di navbera 2013-2015'an de û parvekirinên medyaya civakî yên Bîlen wekî delîl nîşan daye.    Dozgeriyê ku "şahidê nepen" esas girtiye ji bo Bîlen gotiye: "Bi kincên rêxistinî tevli civînan bûye, çûye Kobaniyê, perwerdehiya çekdarî wergirtiye û tevli çalakiyên rêxistinî bûye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî tiştên pesnê rêxistinê dide parve kiriye, bi kesên ku li ser navê rêxistinê çalakî kirine wêne girtine, ji endamên rêxistinê yên girtî re pere şandine."