Polisên Sêrtê 16 kes binçav kirin 2020-08-16 14:19:11 SÊRT / AMED - Polîsên Sêrtê bi ser gelek malan de girt û 16 kes binçav kirin. Li Farqînê jî polîsan 6 kes binçav kirin û piştî ifadeya wan girtin serbest berdan.  Polîsan li Sêrtê di saetên serê sibeha 15'ê Tebaxê de bi ser gelek malan de girtin û 16  kes binçav kirin. Polîsan 16 kesên binçav kirin, birin Miduriyeta Polîsan. Polîsan piştî îfadeya 8 kesan girtin, sewqî Edliyeya Sêrtê kirin. Îfadeya 8 kesan a li Midûriyeta Polîsan jî didome. Ji kesên polîsan ew binçav kirin û navê wan fêr bûn ev in: “Adalet Ozer, Nevzat Elçi, Mahsun Polat, Mehmet Şefik Bilenç, Müşerif Dalkiliç, Sait Ozbay, Kemal Cengiz, M. Şirin Altan, Şevket Dalkiliç, Şefik Bilen”    FARQÎN    Li Navçeya Farqînê ya Amedê jî polîsan di 14'ê tebaxê de bi ser gelek malan de girtibûn û 6 kes binçav kiribûn. Ji kesên hatin binçavkirin Agit Nakçî, Abdullah Arşiment, Veysi Solmaz, Dogan Tuncer, Fırat Aslanlı û Amed Ezer piştî îfade dan serbest hatin berdan.