Li Şemrexê tundiya zilam: Li mala ku hevjîn û zarokên wî tê de bûn, gule barand 2020-08-16 15:05:38 MÊRDÎN – Li Taxa Kayalar a Şemrexê, Salih Parçîn li mala hevjîn û zarokên wî tê de bûn gule barand. Parçîn di êrîşê de hevjîna û keça birîndar kirin.     Salîh Parçîn ê li Taxa Kayalar a navçeya Şemrex a Mêrdînê dijî, li mala hevjîn û zarokên wî tê de bûn gule barand. Parçînê êrîşî malê kir, keça xwe R. Parçîn a 16 salî û hevjîna xwe Sureyya Parçîn birîndar kirin. Sureyya Parçîn bi giranî û keça wê jî ji lingê xwe birîndar bûn. Xizmên malbata Parçîn, dayik û keça wê bi wesayîtên xwe yên taybet rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin kirin.     Hat hînbûn ku rewşa tenduristiya Sureyya Parçîn a di beşa lezgîn deye, xirabe û keça wê ya ji lingê xwe birîndar bû jî, dibin çavdêriyê de tê girtin.