‘Bi êrîşa avzêman re tê xwestin rêxistinbûna civakê bê rûxandin’ 2020-08-17 09:03:10 ÎZMÎR – Rêveberê Navenda Giştî ya DAD’ê Huseyîn Ozan, bertek nîşanî vekirina Avzêmên Mûnzûrê ya di bin navê sererastkirina derdorê de ji avabûnê re da û diyar kir ku armanca bingehîn rûxandina rêxistinbûna civakê ye.  Avzêmên Mûnzûrê ku li navçeya Pulur a Dersimê ne, di bin navê sererastkirina derdorê de ji avabûnê re tên kirin. Bertekên li dijî vê yekê didomin û Rêveberê Navenda Giştî yê Komeleya Elewiyên Demkratîk (DAD) Huseyîn Ozan, diyar kir ku armanca projeya Avzêmên Mûnzûrê hewldana îmhakirina heqîqeta dîrokî ya herêmê ye.     ‘RÛXANDINEKE BI ZANEBÛN’   Ozan, da zanîn ku desthilat li dijî nirx û baweriyên gelên herêmê polîtîkaya hilweşandinê dimeşîne û wiha got: “Li çar aliyê Tirkiyeye êrîşeke sistematik heye. Zîhniyeta kapîtalîst modernîst, xwezayê tenê weke çavkanî û meta dibîne û wiha dinirxîne. Proje ji bo talankirina Mûnzûrê ye. Tê xwestin ku qadên dîrokî û jiyanî yên elewiyan bên rûxandin û jibîrkirin. Ji ber girîngî dayîna gelê herêmê Mûnzûr Baba hatiye hilbijartin. Weke xebateke bazirganî tê nîşandan lê di rastiyê de polîtîkeyek kirêt tê şopandin. Di vir de tenê kar nayê armanckirin, di heman demê de tê xwestin rêxistinbûna civakê bê rûxandin.”    ‘DESTÊ XWE JI BÎRDOZIYA FERMÎ NEŞÛŞTINE’   Di berdewamê de Ozan, bal kişand ser bêdengiya ekolojîstan a ji bo mijarê û bi lêv kir ku dema qadên jiyanê yên kurd û elewiyan dibin hedef gelek ekolojîst bêdeng dimînin û ev tişt anî ziman: “Ev helwest nayê qebûlkirin. Ekolojîst, ne tenê li vî welatî, li her dera dinyayê dema ku pirsgirêkek hebe divê dengê xwe derxin û bi wir re mijûl bibin. Lê ez dibêjim qey ji ber ku dest xwe tam ji bîrdoziya fermî neşûştine, li cihên ku lê ne ji dil in. Heskîf dîroka mirovahiyê ya bi hezaran salan bû, lê qetil kirin. Hê duh Licê diweşitî, zîndewar tunebûn. Heman sûcê mirovahiyê li peravên Egeyê bi vekirina talaona kapîtalîst didome. Çawa ku dara çamê ya li vir me eleqedar dike divê dara meziyê ya li wir jî girîng bê dîtin.”   BANGA HESTIYARIYÊ    Ozan, da zanîn ku wê rê nedin yek ji qada herî girîng a eleqiyan Avzêmên Mûnzûr wergere qadên seyranê û ev bang kir: “Berpirsyariya me parastina qad û baweriyên me hene. Cihên me yên pîroz û nirxên me di bin êrîşê de ne. Bang li herkesî dikim ku bi hestiyarî tevbigere.”