Parêzer Yûsûf Çakas: Pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirêkên sîstematîk in 2020-08-17 09:03:11 AMED - Endamê Komîsyona Girtîgehê yê OHD’ê Parêzer Yûsûf Çakas, diyar kir ku li girtîgehan bi pêvajoya pandemiyê rewşeke keyfî derketiye holê û  ji hemû rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî xwest ku bala wan li girtîgehan be.  Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Reveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Parêzer Yûsûf Çakas, derbarê pirsgirêkên li girtîgehên Tirkiyeyê de axivî. Çakas, bal kişand ser mafên girtiyan û wiha got: “Mafê girtiyan ê ku bê sînordarkirin tenê seyahat e. Girtî û hikumxwar ji xeynî seyahatê, xwedî mafê tenduristî, ragihandin û hevdîtinê ne. Ev maf di bin ewlehiya qada navneteweyî de e. Bi taybetî bi pêvajoya pandemiyê re li girtîgehan rewşeke keyfî derketiye holê.”   ‘QALITEYA XWARINAN KÊM E’   Çakas, anî ziman ku li girtîgehan qalîteya xwarinan jî kêm e û ev tişt got: “Mafê nexweşan heye ku dema nexweş bikevin bên tedawîkirin. Divê ev şert û merc werin afirandin. Li Girtîgeha Hîlwanê pirsgirêka avê heye. Ev pirsgirêk jî ji ber çandiniyê ye. Lê divê girtîgeh berî demsala havînê tedbîrên xwe yên avê bigire. Di van şert û mercan dê girtiyên ku nikarin bigihin avê dê çiqas bi tendurist bin. Wekî din serê her tiştî keyfiyet e. Personelên girtîgehan bi awayekî keyfî nêzî girtiyan dibin. Dema niqaş di navbera girtî û personelan de çêdibe, ev an dibe lêpirsîna dîsplînê yan jî memeleyeke nebaş. Divê keyfiyet ji holê rabe.”   ‘NAMEYÊN KURDÎ NADIN GIRTIYAN’   Çakas, destnîşan kir ku li gorî daneyên ku wan kom kirine, herî dawî li Girtîgehên Xarpêt, Osmaniye, Hîlwan, Afyon Kirşehîrê pirsgirêk derketine û wiha berdewam kir: "Li hin girtîgehan ji ber ku keyfiyet heye, rêveberiyên girtîgehan bi hevdîtinan pirsgirêkan çareser dikin. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 ya Xarpêtê pirsgirêka wergêra kurdî ya nameyan heye. Ji bo wergêrê pereyekî cidî dixwazin. Naveroka nameyê bi awayekî rêxistinî dinirxînin û nadin girtiyan."   ‘DIVÊ CIVAK BIBE DENG’   Çakas, bal kişand ser pirsgirêkên girtîgehên tîpên T û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Heke pirsgirêkek li girtîgehekê tenê nînbe, ev pirsgirêk pirsgirêkeke sîstematîk e. Heke li gelek girtîgehan pirsgirêka hejmara li ser piyan û pirsgirêka xwarinê bê jiyîn û mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş were astengkirin, divê ev wekî pirsgirêkeke sîstematîk bê nirxandin. Ji ber vê yekê divê civak ji malbatên girtiyan re bibe deng û tişta ku bikeve ser milê wan pêk bîne.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Çakas, da zanîn ku girtî pirsgirêkên ku dijîn ji hemû sazî, dezgeh û partiyên siyasî re radigihînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku pirsgirêkên girtîgehan tên zanîn, banga me li hemû rêxistinên hiqûqî, partiyên siyasî, saziyên sivîl û meclisê ye ku hestiyar bin û xwedî li girtiyan derkevin. Pirsgirêka girtiyan pirsgirêka hemû civakê ye. Em ji dengê wan re bibin deng.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman