Darbeya Qeyûm a Duyemîn: Model têk çû 2020-08-17 09:03:13 MÊRDÎN – Hevşaredara Mêrdînê Fîgen Altindag, salvegera yekêmîn a tayînkirina qeyûman a cara duyemîn nirxand û diyar kir ku “Modela Qeyûm a Mêrdînê” ku bi nelirêtiyan ji rojevê neket, têk çûye. Di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de HDP’ê 65 şaredarî qezenc kir. Ji van şaredariyan 47 jê hatine desteserkirin û qeyûm tayînî şûna hevşaredarên hatine kirin. Tayînkirina qeyûm destpêkê di 19’ê tebaxa 2019’an de bi desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê dest pê kir. Salek di ser vê desteserkirin û tayînkirina qeyûman re derbas bû.    CARA DUYEMÎN DESTESER KIRIN   Li Mêrdînê, Fîgen Altindag û Ahmet Turk ji sedî 56’ê dengan girtibûn û hatibûn hilbijartin. Wezareta Karê Hundir, di 19’ê tebaxa 2019’an de cara duyemîn Şaredariya Mêrdînê desteser kir û Waliyê Bajar Mûstafa Yaman cara duyemîn weke qeyûm tayînî ser şaredariyê kir. Di navbera 16’ê mijdar û 31’ê Adara 2019’an de Mufettîşên Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Mêrdînê lêkolîn kiribûn û peznê rêveberiya qeyûman dabûn û “Modela Qeyûm a Mêrdînê” pêşniyarî wezaretê kiribûn. Xwestibûn ku ev model li hemû bajarên herêmê bikeve meriyetê û hilbijartin bê rakirin.   NELIRÊTÎ DERKET HOLÊ   Li Şaredariya Mêrdînê ku hê jî ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, dema ku Walî Mûstafa yaman qeyûm bû nelirêtiyên mezin hatin kirin û ev di raporên Mufettîşên Wezareta Karên Hundir de jî cih girtin. Ji ber vê yekê di 10’ê hezîrana 2020’an de bi biryarnameyeke serokkomariyê qeyûm Mûstafa Yaman ji bo navendê hat vekişandin û qeyûmtiya wî ya li Mêrdînê bi dawî bû. Piştî guhertina qeyûm nelirêtiya ku li şaredariyê hatibû kirin hê zelaltir derket holê û gelek rêveberên qeyûm Mûstafa Yamam ji ber van nelirêtiyan hatin girtin.    ‘HEVSEROKATÎ HEDEF HAT GIRTIN’   Hevşaredara Mêrdînê Fîgen Altindag, diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûm destpêkê pergala hevserokatiyê hdef hatiye girtin û wiha got: “Hedefa destpêkê ya qeyûman destkeftiyên jinan bûn. Pergala hevserokatiyê jî di nav de xwestin ku hemû destkeftiyên jinan ji holê rakin. Qeyûm destpêkê Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan ji peywirê girt. Tayînkirina qeyûman xespkirina vîna gel e. Bi xespkirina vîna gel re butçeya ku ji bo xizmeta gel hatibû veqetandin jî hat talankirin. Şaredariyê anîn ata kavilê û kirin rewşeke ku nikare xizmetê bide.”    ‘TOLHILDANEKE PLANKIRÎ BÛ’   Altindag, tayînkirina qeyûm a di 19’ê tebaxa 2019’an de weke “Darbeya Qeyûm a Duyemîn” bi nav kir û ev tişt got: “Di pêvajoyeke ku me hewl dida nêlirêtiya ku li şaredariyê pêk hatiye, bi belgenameyan ragihînin, ji nîşke ve qeyûm hat tayînkirin. Ev tolhildaneke plankirî û hesabkirî bû. Ev toılhildana AKP’ê ya windakirina bajarên mezin ên Tirkiyeyê bû. Tolhildaneke ku hat xwestin ji kurdan û ji dostê wan bê girtin. Niha pergaleke têkçûyî heye. Dizanin wê bi vê pergala têkçûyî welat negihînin tu deverî. Her roj hê bêtir têk diçin. Ji ber ku kesên bi wan re mijûl bibin nemane êrîşî HDP’ê dikin. Lê hemû êrîşên wan vala dertên û wê hê jî derkevin. Li dijî vê çare tenê têkoşîn, têkoşîn û têkoşîn e.”   ‘LI HERÊMA PÎLOT TÊK ÇÛN’    Di berdewamê de Altindag, bal kişand ser raporên mufetîşên Wezareta Karên Hundir û axaftina xwe bi van nirxandina bi dawî kir: “Dema ku kêrî wan bê, mufetîşên heman wezaretî dikarin nelirêtiya ku li şaredariyê hatiye kirin bi destê xwe derxin holê. Kesên ku bi salan tiştên me digot paşguh kirin, li şûna ku ragihînin tiştên me gotine rast in û ji vî gelê lêborîn bixwazin, ketin etriya fêhilkirina xwe. Heta îro çikirin nikaribûn qeyûman bi gel bidin qebûlkirin, berisveke wan di nav gel de çênebû. Di serî de li Mêrdînê li her derî modela qeyûman têk çû. Mêrdînê ji bo meşrûkirina qeyûm weke herêma pîlot hilbijartin, lê li vir jî têkçûneke mezin jiyan. Em jî wekî her car bi gelê xwe re têkoşîna xwe mezin dikin.”    MA / Ahmet Kanbal