Dr. Yavîç: Dibe ku îstîfayên xebatkarên tenduristiyê zêde bibin 2020-08-17 10:43:03 WAN - Serokê Odeya Bijîşkên Wan-Colemêrgê Dr. Huseyîn Yavîç, diyar kir ku bi pêvajoya asayîbûnê re hejmara pêketiyan zêde bû û wiha got: “Ev yek dihat zanîn. Lê ligel vê jî pêvajoya asayîbûnê dan dest pê kir. Êdî rewş wisan bûye, dibe ku îstîfayên xebatkarên tenduristiyê ji ber şert û mercên heyî zêdetir bibin.”   Li Tirkiyeyê, şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) bi pêvajoya asayîbûnê re zêde bû û li tevahiya bajaran di asta metirsiyek mezin de belav bûye. Serokê Odeya Bijîşkên Wan-Colemêrgê Dr. Huseyîn Yavîç, pêvajoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19), pêngavên “asayîbûnê”,  zêdebûna hejmara pêketiyan, şert û mercên nexweşxaneyan û rewşa xebatên tenduristiyê nirxandin. Yavîç, diyar kir ku şewba vîrûsa koronayê herî zêde bandorê li xebatkarên tenduristiyê kir û wiha axivî: “Di rojên dawî de li gelk bajaran, bijîşk îstîfayên xwe didin. Ev bijîşk ji ber şert û mercên heyî, kar û barê zêde neçar dimînin ku îstîfa bikin. Êdî rewşa heyî nikarin rabikin.”    ‘PÊNGAVA ASAYÎBÛNÊ BU SEDEM’   Yavîç, anî ziman ku di dema şewbê dest pê kir de Nexweşxaneya Eskerî ta bserê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê weke nexweşxaneyên pandemiyê hatin îlankirin û wiha got: “Êdî nexweşxane tije bûne. Bi taybetî piştî 1’ê Hezîranê hejmara pêketiyan pir zêde bû. Pir baş dihat zanîn ku piştî 1’ê Hezîranê wê hejmara pêketiyan zêde bibe. Li Tirkiyeyê bêyî ku şewb bê kontrolkirin, bergiriyên hebû jî ji holê hatin rakirin. Ev rewş pir zû hat guhertin. Em van polîtîkayên şaş rexne dikin. Ji xwe rewşa heyî, ev yekê pişt rast dike.”    'DANAYÊN ME Û YÊN WEZÎRTIYÊ LI HEV NAKIN’   Yavîç, da zanîn ku di navbera hejmara pêketiyan a Wezareta Tenduristiyê û hejmara pêketiyên di qadê de cudahî heye û wiha bilêv kir: “Danayên em û yên Wezareta Tenduristiyê li hev nakin. Bi awayekê cîdî hejmara  pêketiyan zêdeye. Hevalên me yên bijîşk ên di saziyên tenduristiyê dixebitin, vê yekê pişt rast dikin.”    'XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ PIRSGIRÊN CIDÎ DIJÎN’   Yavîç, aşkere kir ku di pêvajoya pandemiyê de herî zêde xebatkarên tenduristiyê bi bandor bûn û wiha rêz kir: “Ligel hemû fedekariya xebatkarên tenduristiyê jî, nêzîkatiyek piştgiriyê nehat çêkirin.  Ji ber şert û mercên giran ên heyîn, di rojên dawî de jig elek bajaran li dû hev bijîşk îstîfa dikin. Kar û bar pir zêdeye. Şert û merc jî xirabin. Di dema pêvajoya şewbê dest pê kir de gotin ‘Heqê xebatkarên tenduristiyê nayê dayîn.’ Bi rastî jî heqê xebatkarên tenduristiyê nehat dayîn. Xebatkarên tenduristiyê fedekariyê dikin. Lê fedekariya van xebatkaran nayê dîtin. Ji ber van sedam pirsgirêkên heyî wê di pêvajoya pêş me de zêdetir bibin. Bi taybetîjî bijîşk wê îstîfa bikin û ji xwe dest îstîfayan hatiye kirin.”    ‘DIVÊ PÊVAJO ZELAL BÊ BIRÊVE BIRIN’   Yavîç, xwest ku gel pir zêde bergiriyên xwe bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Teqez divê gelê me bi awayekê takekesî bergiriyên xwe bigire. Heya ku mirov mecbûr nebe, mirov nekeve dorhêlên qerebalix. Divê dewlet jî li gorî pîvana dewleta civakî bergiriyên giştî bigire û li gorî vê polîtîkayên xwe diyar bike. Pêwîste ku bi rêxistinên civakî yên sivîl û odeyên bijîşkan re di nava hevkariyê de be û vê pêvajoyê bi awayekê zelel bi rêve bibe.”   MA / Ozlem Yayan