Parêzera Karakaya û Akman ên di rojiya mirinê de: Daxwazên wan dikarin bên bersivandin 2020-08-17 11:15:20 ÎZMÎR – Parêzerê girtî Ozgur Karakaya û Dîdem Akman ku 6 meh in di rojiya mirinê de ne Tûgçe Nazli Akin, diyar kir ku daxwazên ji bo darizandina adîlane û başkirina şertan ne daxwazin ku nikarin bên bersivandin.    Weke parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal, li Girtîgeha Şakranê Ozgur Karakaya û Dîdem Akman jî bi daxwaza darizandina adîlane û başkirina şertan, ji 19’ê sibatê ve di rojiya mirinê de ne. Xeteriya ji bo her dû girtiyên ku 6 meh in di rojiya mirinê de ne her roja ku derbas dibe mezintir dibe. Parêzerê Karakaya û Akman Tûgçe Nazli Akin, derbarê rewşa muwekîlên xwe de axivî.    ‘NIKARE PAQ-IJIYA TAKEKESÎ BIKE’   Parêzer Akin, diyar kir ku Dîdem Akman daketiye 40 kîloyî , gûzekên pî û destên wê mor bûne û êdî di meşê de zehmetiyan dikişîne û wiha got: “Ji ber ku nikarin zêde tevbigere, paqijiya xwe ya takekesî jî nikare bike. Pirsgirêkên tenduristiyê yên micid dijî. Pêwistiya Akmak bi kesekî ku karibe lê binêre heye. Lê rêveberî vê nake. Ji ber jar bûye, hestiyên wê di canê we de diçin.”   VÎTAMÎNA B1 NADIN   Akin, destnîşan kir ku Ozgur Karakaya jî daketiye 37 kîloyan û di devên wî de birîn çêbûne û ev tişt got: “Gargaraya ji bo başkirina van birînan ji hêla rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin. Dîsa vîtamîna B1 ku malbata Karakaya radestî rêveberiya girtîgehê kiriye jî nadin Karakaya. Ji ber têde çûyîna hestî ya canê wî pêwîstiya Karakya bi nîvîke bi hewa heye. Peywirêdarên tenduristiyê yên girtîgehê dayîna vê nivînê asteng dikin.”   BI GUMANÊN KU SERÎ LI ATK’Ê BIDIN   Di berdewamê de jî Akin, da zanîn ku daxwazên Karakaya û Akman ên ji bo darizandina adîlane û başkirina şertan ne daxwazin ku nikarin bên bersivandin û derbarê serlêdana ATK’ê de ev tişt anî ziman: “Ji ber ku Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal, piştî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya nikarin li girtîgehê bimînin sewqî nexweşaneyê hatin kirin û di bin gefa mudaxaleya bi zorê de ne, em bi gumanên ku serî li ATK’ê bidin. Rêveberiyên girtîgehan şertên ku girtî bi rojiya mirinê dixwazin bên sererastkirin diafirînin. Divên ev bên derbaskirin û em li daxwazin girtiyên di rojiya mirinê de xwedî derkevin.”