Miduriyeta Karên Civakî 3 xizmên xwe bi awayekê dijqanûnî girtin kar 2020-08-17 14:37:58     ÊLIH - Şaxa SES’ê ya Êlihê, diyar kir ku di Miduriyeta Karên Civakî û Xabata Malbatî de, bi awayekê dij qanûnîkes girtina kar heye.    Şaxa SES’ê ya Êlihê daxuyanî da û diyar kir ku Midûrê Karên Civakî û Xebata Malbatî ya Bajêr Umît Çîçek, piştî ku weke midur tayînê saziyê hat kirin, 3 xizmên xwe bi awayekê nelirê û bêqanûn girtine kar.    Şaxa SES’ê ya Êlihê, di daxuyaniya da de wiha got: “Em dixwazin Wezareta Karên Civakî û Malbatê û Walîtiya Êlihê, bilez bûyerê lêkolîn bike û di lêpirsînê re derbas bike. Emê li dijî pêkanînên wiha bêdeng nemînin û em ê vê mijarê bişopînin.”