ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-18 09:00:01     *  Li Şemrexê Salih P., ku bi çekê bera hevjna xwe û keça xwe da û reviya, piştî bûyerê telefonî kurên xwe kiye û gotiye, "Ez ê vegerim, ez ê we û wan tevde bikujim."    * Li Mêrdînê eskerên ji ber bi gumana şewba Covîd-19'ê li wargeheke li Taxa Îstayonê hatine karantînakirin. Lê belê ji ber ku çopên wan ên nayên berhevkirin û li derdorê belav bûne, bûye cihê fikarên mezin. Welatiyê ku ew bixwe jî di karantînayê de, ji bo berhevkirina çopên ku ji bo şêniyên taxê cihê xetereyeke mezin in, bang li rayedaran kir.    *  Li Botanê tûrikên ku şivan azoxên xwe dixinê û bêrîvan jî ji bo berhevkirina giyayan bi kar tînin, bi destê jinê bi kedeke mezin tên çêkirin.    * Hevseroka Şaxa SES a Wanê Fîgen Çolakoglû, diyar kir ku nexweşxane tije bûne û got, her roj nêzî 800 nexweş serî li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê didin.    * Rojnamevên girtî Nedîm Turfent û Ziya Ataman li girtîgeha Tîpa T a Wanê, de rbarê şewba Covîd-19'ê de bi girtiyan re axivîn. Girtiyan, anî ziman ku piştî li girtîgehan şewba Covîd-19'ê belav bûye bi xetereyê re rû bi rû mane.    * Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan, der barê rewşa Rihayê de axivî û got: "Li hemberî senaryoya xirab, divê amadekarî bên kirin."   * Karkerên Tekstîla Ozakê ku ji ber endamê DÎSK'ê ne nikarin vegerin ser karê xwe, hevdîtin bi Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn re çêkirine û gotin, walî ji wan re gotiye, midûrê kargehê jê re gotiye "Ez nahêlim sendîkaya DÎSK'ê bê fabrîkayê."    * Karkerên çandiniyê yên demsalî ku ji bo berhevkirina findeqan hatine navçeya Unye ya Ordûyê, li deverên ku av, tualet û serşo lê tunene dimînin.   * Hevserokên KCD Û DBP'ê li Mêrdîn û Stenbolê bi şîara “Em ê bi hev re bi rêxistin bibin û bi hev re bi hêz bibin" serdanan bikin û hevdîtinan pêk bînin.(10.00-19.00)   * Serokên Baroyan dê serdana nexweşxaneya ku parêzerên di rojiya mirinê de Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal lê dimînin bikin û piştre li Baroya Stenbolê daxuyanî bidin. (10.00-14.00)   * HDP wê rapora salekê ya qeyûman li navenda xwe ya giştî bi civîneke çapemeniyê aşkera bike. (11.00)   * Şaxên Eğitim Senê ji bo şermezarkirina 3 endamên xwe çalakiyan li dar bixin.    * SES, wê kampanya "îstihdama ewle" li navenda xwe ya giştî bi civîneke çapameniyê ragihîne. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li avahiya Şaxa Jimara 1 a Egîtîm Senê ya Amedê bi rêxistinên sivîl ên bajar re bê gel hev. (13.00)