Banga ji bo Rihayê: Li hemberî senaryoya xirab amadekarî 2020-08-18 09:30:15   RIHA – Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan Aydin Şîrîn, der barê rewşa Rihayê de axivî û got: "Li hemberî senaryoya xirab, divê amadekarî bên kirin."   Her diçe li Rihayê şewba Covîd-19'ê zêdetir belav dibe. Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Rihayê Aydin Şîrîn, anî ziman ku hindik maye nexweşxane hemû tije bibin. Her wiha Şîrîn, Dr. Abdûrrahman Demîr ku ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest daa bibîr anî û got, gelek xebatkarên tenduristiyê pê ketine.    DIVÊ AMADEKARÎ BÊN KIRIN   Şîrîn, bibîr xist ku piştî 1'ê Hezîranê hejmara pêketiyan pir zêde bûye û bal kişand se rger û geştên gştî, dawet û şînan. Şîrîn, diyar kir ku li gor daneyên ku Wezaerat Tenduristiyê parve dikir, Riha tim di rêza pêncan de ye û got, ji ber payiz tê û wê grîb dest pê bike, divê rê û rêbazine nû bên diyarkirin. Her wiha Şîrîn, bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên berê xebitîne westiyane, lewma divê hejmara xebatkarên tenduristiyê bê zêdekirin û her wiha kapasîteya beşên awarte û nexweşxaneyan bê zêdekirin. Şîrîn got: "Yanî li hemberî senaryoya herî xirab, divê amadekarî bên kirin."    Şîrîn, bal kişand ser şert û mercên xebatkarên tenduristiyê jî û got, şert û mercên tê de dişixulin giran in û ev di heman demê de tê wateya mobbîngê.    ‘TEST NAYÊN KIRIN'    Şîrîn, diyar kir ku bijîşk û xebatkarn tenduristiyê di dema pandemiyê de ji dil û can xebtîne, lê belê cardin jî di warê maddî de bi hin pirsgirêkan re rû bi rû mane û got, ev yek motîvasyona xebatkarên tenduristiyê xera kiriye û birîna meaşê xebatkarên tenduristiyê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Her wiha Şîrîn, anî ziman ku xebatkarên tenduristiyê jî baş nayên testkirin û got: "Ji bo pêşî li pandemiyê bê girtin, divê xebatkarên tendristiyê bi awayekî rêk û pêk bên testkirin."