Koçyîgît: Çavkaniya pirsgirêkên li welat polîtîkaya tecrîdê ye 2020-08-18 10:14:37     WAN – Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku sedema qrîza aborî û civakî ya li welat berdewamkirina polîtîkayên ewlehiyê yên di Pirsgirêka Kurd û tecrîdê ne.    Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rapora ku Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) derbarê serdana xwe ya 2019’an de ku li Îmraliyê kiribû aşkera kir, nirxand.  Koçyîgît, da zanîn ku bi tecrîdê re AKP’ê ji çareserî û muzakereyan dûr ketiye û derbasî polîtîkayên ewlehiyê bûye û got ku tecrîd bandorê li aborî û tevahiya civakî dike. Koçyîgît, destnîşan kir ku rapora CPT’yê erênî dibînin û got ku Ewropa jidil nabînin û ji bo jidilbûna xwe divê hemû gavên pêwîst şênber bavêjin.    ‘ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKA TECRÎD E’   Koçyîgît, diyar kir ku nêzikbûna Pirsgirêka Kurd a AKP’ê û kesên ku pê re din av tifaqê de ne baş dizanin û wiha got: “Ji tecrîda ku 5’ê nîsana 2015’an dest pê kiriye ve AKP’ê dest bi tunebûna çareserî û muzakreyan kir û di Pirsgirêka Kurd de serî polîtîkayên ewlehiyê da. Hin bandorên vê polîtîkayê hene. Mînak tecrîd li ser aborî û civakê bandorên mezin dike. Tecrîd û polîtîkaya ewlehiyê ya Pirsgirêka Kurd çavkaniyên mezin ên pirsgirêkên vî welatî ne.”   ‘LI DIJÎ KURDAN 3 MEYMÛN’    Di nirxandina xwe de Koçyîgît, bal kişand ser hewlesta CPT û saziyên Ewropayê yên ji bo Pirsgirêka Kurd û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Yekitiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û CPT di mijara Pirsgirêka Kurd durû tevdigerin. Saziyên li Ewropa li dijî kurdan 3 meymûn dilîzîn. Rapora CPT’yê girîng e lê divê berdewama vê raporê bê. Pewîstiya vê raporê çî ye? Ev wêneyê binpêkirina mafan a Tirkiyeyê ye. Ev rapor tiştekî wiha dibêje; Tirkiye tu bi awayekî sistematik mafên mirovan bin pê dikî. Tu îmze davêjî sûcê mirovahiyê. Tu nikarî van bikî. Divê tevahî Ewropa pêwîstiya raporê bike. Li ji ber peymana penaberan a bi Tirkiyeyê re çavê xwe ji vê yekê re digirin. Heke jidilbin divê demildest gavên şênber ên pêwîst bavêjin.”   MA / Cemîl Ûgûr