İ.E. ya ku çawişê pispor tecawizî wê kiribû jiyana xwe ji dest da 2020-08-18 12:56:16 ÊLIH –  Li Êlihê, keça ciwan Î.E. ku çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjî wê kiribû û di 16’ê tîrmehê de helw dabû Întihar bike, lê nexweşxaneya ku le tedawî didit jiyana xwe ji dest da. Di 16’ê tîrmehê de, li navçeya Qubînê ya Êlihê keça ciwan Î.E. (18) hewl dabû întîhar bike û piştre derketibû holê ku çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjî wê kiriye. Î.E. îro li nexweşxaneya kul ê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.     TECAWIZKAR BERDAYÎ YE   Î.E. roja ku hewl dabû întîhar bike, li duh xwe nameyekê hiştibû û diyar kiribû ku çawiş pispor Mûsa Orhan destdirêjî wê kiriye. Li ser vê yekê malbata Î.E. giliya çawişê pispor Mûsa Orhan kiribû û hatibû binçavkirin. Lê piştre hatibû berdan.