Serokên baroyan serdana Tîmtîk û Unsal kirin 2020-08-18 13:05:01   STENBOL – Serokên baroyên Stenbol û Enqereyê jî di nav de komek serokên baroyan serdana nexweşxaneyên ku parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku bi daxwaza “darizandina adîlane” di rojiya mirinê de ne lê wan tên girtin, kirin.    Serokên baroyên Enqere, Stenbol, Kocaelî, Edene, Îzmîr û Yalovayê serdana nexweşxaneyên ku parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku bi daxwaza “darizandina adîlane” di rojiya mirinê de ne, lê wan tên girtin, kirin.    Serokên baroyan piştî serdanên xwe beyî ku daxuyanî bidin ji nexweşxaneyan veqetiyan. Tê payîn ku saet di 14.00’an de serokên baroyan derbarê serdana xwe û rewşa Tîmtîk û Unsal de li Baroya Stenbolê civîneke çapameniyê li dar bixin û daxuyanî bidin.