Daxwaza 'Bila Davutoglu di doza Pirsûsê de bê guhdarkirin' red kirin 2020-08-18 15:10:27   RIHA – Danişîna doza komkujiya Pirsûsê ku 33 ciwanên DAIŞ'ê ew qetil kiribûn li Rihayê pêk hat. Parêzerên malbatan xwest serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu bê guhdarkirin. Lê heyetê daxwaza parêzeran red kir.    15'emîn danişîna doza 33 ciwanên sosyalist ên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê pêk hat. Danişîna beriya niha ji ber şewba Covid-19 li salona Kampusa Girtîgehê pêk hatibû. Danişîna îro jî ji aliyê heyeta demî ve hat rêvebirin. Ji ber betlana edlî tenê parêzer beşdarî danişîna dozê bûn. Parêzerên mexdûran, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, Sezin Uçar, Serdil Îzol, Veysi Eski û Metin Ozbadem beşdarî danişîna dozê bûn.    Bersûcê dozê ku girtî tê darizandin Yakup Şahin  jî ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişîna dozê bû.    Di danişîna dozê de parêzerê dozê Serdıl İzol, diyar kir ku di rûniştina berê de biryara navberê pêk nehatiye û xisûsên kêm nehatiye temamkirin. Îzol, anî ziman ku ewraqên têkildarî komkujiya Gar'a Enqereyê û doza Komkujiya Pirsûsê bi hevre di nava nakokiyan de ne û wiha got: "Yên li wir hatine nivîsîn û yên li vir hatine nivîsin ji hev cuye ye. Di girtekên lêkolînê yên Doza Enqereyê de tê gotin ku Îlhami Balî û Deniz Bayakçelibî li kampa Federasyona Komeleya Ciwanên Soylasîst (SGDF) bûn. Lê li vir di qeydên îkamê de yek jê li Nizipê û yê din jî li Hatayê ye. Di navbera qeydan de nakokî hene. Em dixwazin ev ewraq bên lêkolînkirin û rastiya wan bê zelalkirin."    Piştre Yakup Şahin bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê bû û got: "Ez bêm salona danişînê jî nikarim bersîvê bidin pirsên parêzeran. Vala li edaletê nagerin."    Heyeta dadgehê piştî navberê xwest ewraqên komkujiya Gara Enqereyê bên şandin. Aqûbeta lêpirsîna dosyaya Îmam Abdullah Omer bê pirsîn. 5 saet dîmenên hatine windakirin bê pirsîn. Heyetê xwest biryara lêgerîna bultena sor a der barê Îlhami Bali û Deniz Buyukçelebî bê zelalkirin û biryara hatina danişîna dozê ya Yakup Şahin bê diyarkirin.    HEYETÊ DAXWAZA PARÊZERAN A JI BO DAVÛTOGLU RED KIR   Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo Ahmet Davutoglu di danişînek din de bê salona dadgehê û îfade bide red kirin. Dîsa daxwaza ku dozê Abdullah Ömer Aslan bi vê dosyayê re bikin yek red kirin. Heyetê danişîna dozê taloqî 16'ê Mijdarê kir.