KESK: Endam û rêveberên me demildest berdin 2020-08-18 19:19:48     AMED - Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê girtina Sekretera Navenda Jinê ya Egîtîm Senê Derya Yûlcû û endamên Egîtîm Senê Saîm Atilgan û Selman Karasû şermezar kir û xwest hevalên wan demildest werin berdan.   Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê der barê girtina Navenda Jinê ya Egîtîm Senê Derya Yûlcû û endamên Egîtîm Senê Saîm Atilgan û Selman Karasû de daxuyanî da. Endamên Platforma Şaxên KESK’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Demokrasî daxwaza me ya hevpar e” hat daliqandin. Di daxuyaniyê de Sekretera Şaxa Hejmara 1’an a Egîtîm Sen a Amedê Ezgî Çelîk axivî.   Çelîk, diyar kir ku endam û rêveberên wan bi awayekî kêfî tên binçavkirin û got: “Sekretera Navenda Jinê ya Egîtîm Senê Derya Yûlcû û endamên Egîtîm Senê Saîm Atilgan û Selman Karasû bi awayekî bêhiqûqî hatin binçavkirin. Desthilatdariya ku nikare hevalên me yên bi KHK’yan ji kar avêtin bêdeng bike difikire ku wan bi binçavkirinan bêdeng bike û her roj binçavkirinan zêde dike. Li welatê me binçavkirin bûye pêkanîna cezakirinê.”   ‘BINÇAVKIRINÊN KÊFÎ ZIRARÊ DIDIN CIVAKÊ’   Çelîk, diyar kir ku Egîtîm Sen ji ber xebatên xwe bûye hedef û wiha axivî: “Li dijî van êrîşan em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya sendîkal, aşitî, demokrasî û kedê bilind bikin. Ev hişmendiya jinan hedef digire bila bizane ku li dijî xespa maf em bêdeng namînin. Binçavkirin û girtin nikare paşve gavê bide avêtin. KESK bi têkoşîna xwe ya bi salan her tim rastî zextan hatiye lê hemû zext jî vala derxistine. Binçavkirinên bi keyfî ji xeynî zirar dayîna pêşeroja civakê bi kêrî tiştekê nayên.”   Çelîk, destnîşan kir ku tu êrîş nikare wan bitepisîne û got: “Em xwedî li hemû hevalên xwe yên ku bi awayekî neheq û bêhiqûqî hatine binçavkirin dertên. Weke Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê em binçavkirina endam û rêveberên xwe şermezar dikin û bila demildest serbest werin berdan.”