Seroka Komeleya Jina ya Rosayê Kaya hat berdan 2020-08-18 19:27:34   AMED - Seroka Komeleya Jina ya Rosayê Adalet Kaya hat berdan.    Seroka Komeleya Jina ya Rosayê ku di operasyona 22'yê Gulanê ya li dijî Komeleya Jina ya Rosayê de hatibû binçavkirin. Danişîna Kaya û endama komeleyê Remziye Sizici dê di 9'ê Tîrmehê de bihata lidarxisrin û hatibû xwestin ku dosyeya heyî bi dosyeyên din ên Kaya û Siziciyê re bên yekkirin. Lê belê dadgehê daxwaza navbirî red kiribû.   Lê belê berî danişînê bi du rojan dosye hatibûn yekkirin û danişîn jî taloqî mea Îlonê hatibû kirin.   Piştî parêzerên komeleyê îtiraz kirin, îro Kaya ji Girtîgeha Jina ya Amedê hat berdan.