Dayika Aştiyê Halime Dilek spartin axê 2020-08-19 07:30:49   MÊRDÎN - Endama Meclîsa Aştiyê Halîme Dîlek a li Navçeya Kerboranê jiyana xwe ji dest da û spartin axê.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Halime Dilek a 70 salî ku demeke nexweş e, jiyana xwe ji dest da. Piştî zarokên Halîme Dîlek ên li ewropa dijîn, hatin Mêrdînê, malbatê cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê derxistin û li Goristana Asrî ya Kerboranê defin kirin. Kurê Dilek ê girtî Mahsun Dilek ji ber girtî bû û destûr nehat dayîn nekarîbû tev li merasima cenazeyê dayika xwe bibe.