DMME'yê der barê pankarta 'Ciwan ber bi HPG'ê ve' de Tirkiyeyê mehkûm kir 2020-08-19 09:01:11 MÊRSÎN – Seyfettîn Demîr, bi hinceta pankarta li ser "Ciwan ber bi refên HPG'ê ve" nivîsandî hilgirtibû 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. DMME'yê ji bo cezayê ku li Demîr hatiye birîn got, "azadiya fikr û ramanê" hatiye binpêkirin.    Seyfettîn Demîr, di sala 2008'an de li navçeya Akdenîz a Mêrsînê tevli meşelê de dibe. Gava di meşê de pankarta li ser "Ciwan ber bi refên HPG'ê ve" nivîsandî hildigire tê girtin û der barê wî de doz tê kirin. Di dawiya darizandina li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Edeneyê, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û sê meh ceza li Demîr tê birîn.    Demîr, îtirazî biryara dadgehê dike û ji ber ku rêyên hiqûqê navxweyî dixitimin, di sala 2009'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. DMME'yê di 19'ê Gulan a 2020'an de serlêdana Demîr, bi dawî kir.   DMME'yê di biryara xwe de Tirkiyeyê mehkûm kir. DMME'Yê l gor xala 11'an a Peymana Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (PMME) biryara da ku Tirkiye 5 hezar ewro bide Demîr.    Parêzerê Demîr Parêzer Mehmet Altûntaş got: "Bi vê biryarê re DMME'yê diyar kir kiriye ku benda 6'an a xala 220'an a qanûnaa cezayê ya tirk ku dadgehên xwedî erkeke taybet di 2007, 2008, 2009 û 2009'an de pêk anîne, ne xwedî wesfeke qanûnî ne û bi awyaekî giran Tirkiyeyê rexne kiriye." DMME'yê gotiye, tu nikarî kesî bi xalên vê qanûnê bidarizînî.    Altûntaş, anî ziman ku kesên ji ber vê xalê hatine mexdûrkirin, divê mexdûriyeta wan ji holê bê rakirin.    MA / Omer Akin