Mizrakli: Heke em îro nebêjin bise wê sibê li her derî pêk bê 2020-08-19 10:51:11 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku girtî ye, ji bo slavegera yekemîn tayînkirina qeyûman ev peyam weşand: “Ya hûn ê îro ji vê çûn û bêpîvana bêperwan re bibêjin bisekine. Heke em îro nebêjin bisekine; wê sibê bi rengên cuda li her derî pêk bê.”   Hevşaredarê Amedê  Adnan Selçûk Mizrakli ku piştî qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û hat girtin, derbarê salvegera yekemîn tayînkirina qeyûman de parvekirin kir. Mizrakli ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’an a Bunyanê ya Kayseriyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê medya civakî ev peyam weşand: “Ya hûn ê îro ji vê çûn û bêpîvana bêperwan re bibêjin bisekine. Heke em îro nebêjin bisekine; wê sibê bi rengên cuda li her derî pêk bê.”   Mizrakli, bi peyama xwe re dîmenek ku derbarê wî û gelê Amedê de hatiye amadekirin jî parve kir.