Çawîşê Pispor Mûsa Orhan hat girtin 2020-08-19 19:21:50   SÊRT – Çawîşê Pispor Mûsa Orhan ku li Êlihê tecawizî Î.E. kiribû û bûbû sedema mirina wê, hat girtin.    Li Êlihê çawîşê pispor Mûsa ORhan wizî Î.E.ya 18 salî kiribû. Piştî tecawizê Î.E. hewl dabû întihar bike û duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.    Çawîş Mûsa Orhan jî ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê ve hat binçavkirin û sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Orhan sewqî dadgeriya nobedar kir û dadgeriyê jî Orhan girt û ew şand girtîgehê.