Hezar û 303 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine 2020-08-19 21:00:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 303 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 303 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 253 hezar û 108 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 6 hezar û 39.