Şert û mercên li nexweşxaneyê ji yên girtîgehê xirabtir in 2020-08-20 09:03:56   STENBOL - Parêzer Çîgdem Akbûlût, anî ziman ku şertên parêzerên di rojiya mirinê de yên li nexweşxaneyê, ji şert û mercên girtîgehê xirabtir in û got, ev jî ji bo Tîmtîk û Unsal cihê xetereyeke mezin e.    Parêzer Ebrû Tîmtîk 231 û Aytaç Unsal jî 200 roj in bo darizandineke adil di rojiya mirinê de ne. Saziay Tiba Edlî rapora "nikarin di girtîgehê de bimînin "dabû her du parêzeran lê belê dîsa jî nehatin berdan û ji 30'yê Tîrmehê ve li nexweşxaneyê tên ragirtin. Sekretera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Stenbolê Çîgdem Akbûlût, anî ziman ku bi hinceta ku hevpîşeyên wan "tên tedawîkirin" li nexweşxaneyê tên ragirtin.    Akbûlût, diyar kir ku 20 roj in hevpîşeyên wan li nexweşxaneyê ne, lê belê dîsa jî tedawî qebûl nekirine. Akbûlût, destnîşan kir ku şert û mercên nexweşxaneyê ji yên girtîgehê xirabtir in û got, seredana Tîmtîk û Unsal kirine û hevpîşeyên wan ji wan re gotine, ew li girtîgehê rihetir bûn e.    XEW BI ÇAVÊ WAN NAKEVE    Akbûlût, anî ziman ku hevpîşeyên wan nikarin li nexweşxaneyê şekir, lîmon û pêdiviyên bi vî rengî peyda bikin û got, odeyên ku Tîmtîk û Unsal lê dimînin roniyê wan bi şev tim vekirîne û ji ber vê pîşeyên wan nikarin rakevin. Akbûlût, destnîşan kir ku gava hevpîşeyên wan li girtîgehê bûne di nava rojê de derdiektin hewadariyê, lê belê li nexweşxaneyê nikarin vê yekê bikin. Akbûlût, anî ziman ku li nexweşxaneyê ji ber dengê klîmayê hevpîşeyên wan nerihet dibin û got, ji ber ku Unsal û Tîmtîk li nexweşxaneyê nikarin baş bêhna xwe bidin muqawemat laşê wan zûzûka kêm dibe.    Akbûlût, anî ziman ku di nava her hefteyê de ji bo hevdîtinê destûrê werdigirin û got, lê belê ji ber ku di dawiya hefteyê de dozger tuneye nikarind estûrê bigirin û got, gava destûr tê dayîn jî tenê dikarin 15 deqeyan bi hevpîşeyên xwe re biaxivin. Akbûlût, diyar kir ku mafê name rojname û hevdîtina bi malbatê re ya hevpîşeyên wan li nexweşxaneyê tê binpêkirin û got: "Ev yek di warê manewî de ji bo wan zilm û îşkence ye."    Her wiha Akbûlût anî ziman ku ji bo berdana Tîmtîk û Unsal serî li dadgehê dane û got: "Me serî li Dadgeha Bilind da. Divê Dadgeha Bilind zûzûka dosyeya wan binirxîne. Em li bendê ne biryara heyî bê xerakirin û hevalên me bên berdan."    MA / Kadîr Guney - Îdrîs Sayilgan