Salek e bi hêceta 'zayend ne diyar e' cenaze nadin malbatê' 2020-08-20 09:27:17 AMED -  Parêzera malbata Mercan Erkol a HPG’î ku di 16’ê mijdara 2017’an de jiyana xwe ji dest dabû, Havva Atli diyar kir ku zêdeyî salekê ye li gel encama DNA’yê ya Erkol bi encam bûye jî, bi hinceta di tese de "Zayenda cenaze ne diyar e' cenaze nadin malbate.  Endama HPG'ê Mercan Erkol (Bêrîtan Tolhildan) di 16'ê mijdara 2017'an de li çoltera navçeya Pasûrê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dide. 3 sal in cenaze radestî malbatê nehatiye kirin. Her çiqas malbatê ket nava lêgerînê û hewl de cenazeyê keça xwe werbigire jî lê bêencam man. Parêzera Komeleya Piştevanî û Alîkariyê Ya Ji Bo Kesên Li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) û ya malbata Erkol, Havva Atli derbarê nedayîna cenazeyê Mercan Erkol de axivî. Atli bi bîr xist ku di tîrmeha 2019’an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo tespîtkirina perçeyên cenazeyên ku di yek gorê de hatine veşartin werin tespîtkirin nivîs ji Mudûriyeta Laboratuvara Polîsan a Krîmînal a Amedê re şandiye û wiha got: “Dozgeriyê xwestibû ku Laboratuvara Polîsan a Krîmînal encamê ji Fermandariya Cendermeyan a Amedê re bişîne. Dema me serî li Fermandariya Cendermeyan da ji me re gotin ‘tu encam ji me re nehatine şandin.’ Îdîakirina ku salekê zêdetir e encam ne diyar e, nîşan dide ku kirarên teslîm kirina cenazeyî çiqas bêbandor tê meşandin.” ‘PEYWÎRÊN XWE BICIH NEANÎNE’   Atli anî ziman ku ji ber pêvajoya vîrûsa koronayê negihiştin tu saziyan û wiha axivî: “Di hezîrana 2020’an de me xwe gihand Mudûriyeta Laboratuvara Polîsan a Krîmînalê. Wan jî got ‘encam derketiye û me ji Fermandariya Cendermeyan re şandiye.’ Pişt re em çûn Fermandariya Bajêr a Cendermeyan a Amedê lê gotin ‘tu belge nehatine vir û ji ber ku di nava salekê de personel tên guhertin tu belge xuya nakin.’ Di vir de tê xuyakirin ku cihên ku me serî lê dane pêywîrên xwe bicih neanîne û girtina cenaze bi dereng xistine. Dema ji aliyê muwekîlê xwe û malbata wî dinêrin astengîyek û eziyetek di holê de ye. Bi gelek caran min ji dozger re ragihand jî dîsa lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin. Bi pêvajoya pandemiyê dosya hatiye berterefkirin.”   ‘XALÊN PEYMANA PMME’YÊ HATINE BINPÊKIRIN'   Atli da zanîn ku dema malbata Erkol, ji ber cenazeyê xwe negirtine nikarin şîna xwe jî bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî bi dehan serlêdanan, ji bo aqûbeta dosyayê were zanîn, lêpirsîneke bi bandor were kirin û cenaze demildest were dayîn me duh jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Mafê herkesê heye ku li gor edetên xwe û rûmeta mirovahiyê cenazeyê xwe defin bikin, şîna xwe deynin û xwedî gorekê bibin heye. Wekî din li gor Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) mafê veşartinê xistine bin parastinê. Tirkiyê jî ev peyman îmze kiriye. Bi îhlalkirina mafê mirovan lêpirsîneke bi bandor hatiye hedefkirin. Lê ev saleke zêdetir e li gel encama DNA’ya Mercan Erkol derketiye jî ji ber zayend ne diyar e cenazeyê wê teslîmî malbata wê nakin. Lêkolîna biyolojîk jî ev saleke nehatiye kirin. Li vir eşkere ye ku xala 3'yan a Qedexeya Îşkenceyê û xala 8'an Mafê Rêzgirtina Jiyana Malbatê û Jiyana Taybet ya PMME'yê hatine binpêkirin.”   GEŞEDANÊN DERBARÊ CENAZE DE    Malbata Mercan Erkol (Berîtan Tolhildan) a HPG’î ku di 16’ê Mijdara 2017’an de li Pasûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû, piştî di 17’ê Adara 2019’an de nasname eşkere bû, ji wê demê heta niha  ketine şopa cenazeyê keça xwe, lê her carê bi hêcetek cuda cenaze radestî malbatê nehat kirin. Malbata Erkol, di adara 2019'an de serî li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê dabû. Fermandariya Cendermeyan malbata Erkol şandibû Pasûrê. Bavê Erkol, Hesin Erkol serî li Dozgeriya Pasûrê dabû û Dozgeriya Pasûrê jî Erkol şandibû Fermandariya Cendermeyan a Amedê. Fermandariyê ji bo testa DNA'yê Erkol şandibû Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê û ji wir jî şandibûn Wanê. Çar meh şûnde Fermandariya Cendirmeyan li  Hesin Erkol geriyabûn û xwestibûn ku biçin cenazeyê xwe bigirin. Bav Erkol ji Wanê hatibû Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û çûbûn Goristana Yenîkoyê. Dema xwestin cenaze bigirin, vê carê bi hêceta 3 cenazeyên perçekirî bi hev re di gorekê de ne û cenaze tev li hev bûne, cenaze nedan malbate. Erkol, bêyî cenaze bigire dîsa vegeriyabû Wanê û serî li Şaxa ÎHD’ê ya Wanê dabû. Erkol herî dawî di 22'yê kanûna 2019'an  hatibû Amedê û xwest cenazeyê keça xwe bigire. Erkol bi rêya parêzer serî li dozgeriyê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Kesên Li Dêrgûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) dabû. Cenazeyê Mercan Erkol hêj li Goristana Bêkesan a Yenîkoya Amedê ye û radestî malbatê nehatiye kirin.    MA / Fahrettîn Kiliç