Polîsan mudaxileyî jinên xwestin hesabê Îpek bipirsin kirin 2020-08-20 12:31:27 STENBOL - Li Qada Taksîmê, jinên xwestin têkildarî bûyera Çawîşê Pispor Mûsa Orhan ê li Êlihê tecawizî jina ciwan Îpek Er kiribû û bûbû sedema mirina wê daxuyanî bidin rastî mudaxileya polîsan hatin.  Polîsan 4 jin bi darê zorê bin çav kirin.    Endamên Rizgariya Jinan, derbarê bûyera Çawîşê Pispor Mûsa Orhan ê li Êlihê tecawizî jina ciwan Îpek Er kiribû û bûbû sedema mirina wê li Qada Taksîmê daxuyanî bidin çapemeniyê.   Jinên ku pankarta “Qatilê Îpek pergala serdestiya zilame” vekirin, dirûşmeyên “Em ê ji qatilan hesap bipirsin” û “Dewleta zilam wê hesap bide” berz kirin.     ‘DEWLET QATILAN DIPARÊZE’    Di daxuyaniya hat dayîn de, wiha hat gotin: “Berî ku Îpek jiyana xwe ji dest bide, Mûsa serbest hatibû berdan. Ji ber ku li ser medya civakî bertek zêde bûn, bi awayekê dil nexwaz wî girtin. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê li her qadê, li dijî pergala darazê ya dibin serdestiya zilam de, şerê xwe dewam bikin. Tecawîzkar, tacîzkar û qatilên jinan bi destê dewletê tên parastin.”   Polîsan di dema daxuyaniyê de mudaxileyî jinan kir û 4 jin bi darê zorê binçav kirin. Navê jinên hatin binçavkirin wihane: "Başak Yeşîlot, Gamze Taşçi, Berîvan Kurt û Burcugul Çubuk.”