Li Cizîrê polisan bi ser malekê de girt 2020-08-20 13:28:06   ŞIRNEX – Li taxa Nûrê ya Cizîrê, polisan bi ser malekê de girt û ji ber ku kesên derbarê wan de biryar binçavkirinê hebû nedîtin, gef li ferdên malbatê xwarin.    Li Li taxa Nûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polisan serê sibehê bi ser malekê de girt. Bi hinceta ku derbarê Ayşegul Tanış Kûrt û Yekbûn Tanış de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” biryara binçavkirinê hebûye, polisan bi ser malê de girt.   Hat hînbûn ku Ayşegul û Yekbûn xwişkên hev in û ji ber ku wan li malê nedîtine, polisan bi van gotinan, “Em dizanin ku ji Stenbolê hatine. Heke hûn nebêjin li kuder in em ê Cizîrê li we bikin zinda” gef ji ferdên malbatê xwarine.   Piştî lêgerîna bi hurgîlî polis ji malê veqetiyan.