Temellî: Tu mîzgînî wê nekarin welat ji krîzê derbixin 2020-08-20 13:30:59 ENQERE – Sezaît Temellî yê HDP’î, nîqaşên wê Erdogan “mîzgîniyê” bide nirxand û got: “Tu mîzgînê wê nekarin welat ji krîza heyî derbixin. Versiyona nû ya rêvebirana têgînê mîzgîniye.”  Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, nîqaşên wê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdangan roja Înê “mîzgîniyê” bide, nirxanedin. Temellî, diyar kir ku hem aborî û hem siyaseta welat di nava tengaviyek mezin de ye û wiha axivî: “Rewşa aboriyê di 2 salên dawî de xirabtir bû. Ji ber vê wê tu mîzgînê nekarin krîza aborî derbas bikin. Li tevahiya cîhanê tiştek wisan tuneye û heya roja îro jî tiştek wiha neyatiye keşif kirin.”    ‘BI VÊ DESTHILATDARIYÊ NABE’    Temellî, da zanîn ku 19’ê Tebaxê, duyemîn salvegera pêkanînên qeyûma duyemîne û wiha got: “Hişmendiya şer, tundî û qeyûman diparêze, ya rastî di siyasetê de tune bûye. Ji ber vê welat hem di warê aboriyê de û hem jî di warê siyasete de, di nava krîz û hilweşandinê deye. Êdî bi desthilatdariya heyî re nabe. Hemû kes jî di ferqa vê yekê de ne.”   RÊVEBIRINA TÊGÎNÊ YE   Temellî, bal kişan ser daxuyaniya roja Înê ya tê payîn ku Erdogan bide û wiha bilêv kir: “Di nava daxuyaniya roja Înê de çi dibe bila bibe, ji bilî rêveberina têgînê wê tu tişt jê dernekeve. Li gorî hinekan gaza xwezayî hatiye dîtin, li gorî hinekan petrol hatiye dîtin, li gorî hinek din peymana Swap hatiye kirin û li gorî hinekan jî amadekariyên dagirkirinê yên Behra Reş, Sûriyeyê û Lîbyayê tên kirin. Kîjan daxuyanî bên dayîn bila bên dayîn, wê naveroka wê mîna yên din vale be û tenê rêveberina têgînê be. Êdî rewş wisan bûye, tu mîzgînê wê nekarin welat ji krîza heyî derbixin. Versiyona nû ya rêvebirana têgînê xwe tenê mîzgînî dayîne.”   ‘LI DIJÎ TECRÎDÊ DIVÊ DEST BI TÊKOŞÎNÊ BÊ KIRIN’   Temellî, bersiva pirsa “Gelo mizgîniya aştiyê, wê krîza li welat çareser neke?” jî da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aştî bi mizgîniyê nabe. Aştî bi têkoşînê dibe. Heya ku têkoşîna aştiyê nebe, kes nikare behsa aştiyê bike. Hemû kes baş dizanîn ku aştî di Îmraliyê re derbas dibe. Ji bo ku aştî pêş bikeve, divê em li dijî tecrîdê dest bi têkoşînê bikin.”