Mizrakli: Heya ku hesap ji zilmê neyê pirsîn azadî nabe 2020-08-20 14:24:08 AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin û piştre hat girtin, daxuyanî da û wiha got: “Heya ku hesap ji zilmê neyê pirsîn azadî nabe.”    Hevşaredarê Bajarê  Mezin ê Amedê (DBB) Ednan Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin û dûre hat girtin, derbarê 2’yemîn salvegera tayînkirina qeyûman de daxuyaniyek nivîskî da. Mizrakli, ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Qeyseriyê, di daxuyaniya da de wiha got: “Êdî her kes baş dizane ku tayînkirina qeyûman ne hiqûqiye û tu bingeheke xwe ya edaletê tuneye. Bêhiqûqî û bêqanînî bûye rê û rêbazek taybet. Bi zor û zextan hemû qadên jiyanê xistine bi kontrola xwe. Yên ku vê yekê dikin, li gel wan ne exlaq, ne hiqûq û ne jî nirxên mirovahiyê heye. Ji bo vê heya hesap li zilmê neyê pirsîn azadî nabe.”   'DEMA SERKEFTIN Û QEZENC KIRINÊ YE’    Mizrakli, di dewam daxuyaniya xwe de wiha bilêv kir: “Di salên dawî de, em têkoşîna edalet û demokrasiyê didin. Çi ecêbe ku em di demên dawî de têkoşîna exlaqê jî didin. Ji her demê zêdetir, em bi xwe re dijîn. Her ku em destê xwe bidin mirovan, em ê bibin ê xwe û zêdetir bibin. Ji bo me dem dama serkeftin û qezenckirinê ye. Em mafdarin, birûmet, em ê qezenc bikin, em ê bi ser bikevin û em ê ronahiyê ava bikin. Em ji bo Ameda berê ‘Amed bajarê bîr û evînê ye’ digot. Niha jî, ez dibêjim, 'Amed serbajarê tekoşerê bîr û evînê ye.' Bila hêvî û biryardariya me bi hêz be, rêya me vekirî û ronî be.”