Xebatkarê teknîkê yê nexweşxaneyê ji koronayê jiyana xwe ji dest da 2020-08-20 15:10:13   AMED – Xebatkarê teknîkê yê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê Mûrat Kaynak, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.    Xebatkarê teknîkê yê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê Mûrat Kaynak (47), ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Piştî ku nîşanên koronayê pê re peyda dibin Kaynak testa xwe li nexweşxaneya lê dixebite dike û testa wî pozîtîf dertê. Bi angaşta ku cih li nexweşxaneyê cih tedawiya Kaynak li beşa kardiyholojiyê hat kirin û vê sibehê jiyana xwe ji dest da.   Li Amedê beriya niha bijîjkek, xebatkarekê nexweşxaneyê û xebatkarekî xwaringeha nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabûn.