Ji Amed, Mêrdîn û Şirnexê bang kirin: Hûn nikarin vîna gel desteser bikin 2020-08-20 15:14:20 NAVENDA NÛÇEYAN – HDP’ê li Amed, Mêrdîn û Cizîrê bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan dan û vê peyamê dan: “Dibe hûn avahiyên şaredariyan desteser bikin lê hûn qet nikarin vîna gel desteser bikin.”  Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi boneya salvegera yekemîn a tayînkirina qeyûman ser şardariyên Amed, Wan û Mêrdînê li Kolana Lîseyê ya li miqabilî Şaredariya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveber, parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan daxuyanî dorpêç kir û pankarta “Qeyûm dizîkirina îradeya gel e” desteser kirin.    'LÊ HÛNÊ QET NIKARIBIN VÎNA GEL DESTESER BIKIN’   Berdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Halîme Bayram daxuyanî xwend û got: “Di 19’ê Tebaxa 2019’an de carek din vîna gel desteser kirin. Em li dijî vê rejîma faşîst berxwedan û têkoşîna xwe didomînin. Dibe hûn avahiyên şaredariyan desteser bikin lê hûn qet nikarin vîna gel desteser bikin. Carek din vîna gel nehat nasîn. Em carek din destnîşan dikin ku em bi vê hişmendiya xwedî derketina vîna gel li cem xelkê xwe ne.”   Bayram piştî daxuyaniyê nameya Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê girtî xwend.    QALA NELIRÊTIYÊN QEYÛMAN KIRIN    Piştî xwendina nameyê Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Devîren, Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr, Hevşaredarê Peyasê Davût Kesen ku ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan kirin derbarê nelirêtiya qeyûman de agahiyan dan.    ‘DIJMINANTIYA JINAN DIKIN’    Di dawiyê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel axivî û diyar kir ku polîtîkaya tayînkirina qeyûman di heman demê de polîtîkaya dijminantiya jinan e.    Piştî axaftina Guzel daxuyanî bi lêdana çepikan û berzkirina diûrşman bi dawî bû.    LICÊ Û ERXENÎ   Rêxistinên HDP’ê li navçeya Licê û Erxenî yên Amedê jî têkildarî tayînkirina qeyûman daxûyanî dan çapemeniyê û tayînkirina qeyûman şermezar kirin.   CIZÎR    HDP’ê bi boneya salvegera yekemîn a tayînkirina qeyûman bi dûrişmeya “Em tev bi hev re li vîna xwe xwedî derkevin” li ber rêxistina HDP'ê ya Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê.  Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlementerên HDP’ê yên herêmê, hevşaredarên HDP’ê yên navçeyan endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endama Meclîsa Şaredariya Cizîrê Mesut Ûckac ve hat xwendin.    ‘HÛN NIKARIN VÎNA ME DESTESER BIKIN’    Ûckac da zanîn ku bi awayên bêhiqûqî şaredariyên wan hatin desteserkirin û şaredariyên wan xizmeta gel dikirin û got: “Em wekî gelê ku demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin, li hemberî vê feraseta faşîzmê  berxwedana xwe didomînin. Hûn dikarin avahiyên şaredariyê  bi darê zorê desteser bikin lê hûn ê tu carî nikarin vîna vî gelî hildin bin destê xwe. Bi vê hişmendiyê, em hemû hilbijartiyên navçeya Cizîrê careke din didin nîşandan ku em bi gelê xwe re ne."   HEZEX   Rêxistina HDP'ê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê jî li dijî salvgera tayînkirina qeyûman daxuyanî da û qeyûman şermezar kir.      MÊRDÎN   Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî dan çapemeniyê û hêrsa li dijî qeyûman nîşan dan. Li vir jî hat gotin ku dê tu kes nikaribe vîna gel desteser bike.