‘Heya ku çanda tecawîzê bi dawî bibe emê têbikoşin’ 2020-08-20 15:32:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Jin ji bo Îpek Er a ku Çawîşê Pispor Mûsa Orhan tecawîzê wê kir û bû sedema mirina wê, daketin qadan. Jinan çalakiyên cur bi cur  lidar xistin û wiha bertekên xwe anîn ziman: “Heya ku çanda tecawîzê bi dawî bibe, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”    Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Enqerê, têkildarî bûyera jina ciwan Îpek Er a li navçeya Qubînê ya Êlihê ji aliyê Çawîşê Pispor Mûsa Orhan ve hat tecawîzkirin û bû sedema mirina wê, li Hatay, Enqere û Mêrsînê daxuyanî dan çapemeniyê.    ENQERE    Endamên Platforma Jinan a Enqerê, derbarê bûyera tecawîzkirin û mirina Îpek Er de li Navenda TUM BEL SEN’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Zilaman fihêl nekin bi darizînin, Peymana Stenbolê bi cih bînin” hat daliqandin.     Endama platformê Zeynep Ulger, di civînê de axivî û wiha got: “Êdî tehemûla me nemaye ku ji me jinek din kêm bibe. Emê destûr nedin ku hûn tecawîzkaran fihêl bikin. Ji bo vê yekê em kom bûn. Piştî ku Îpek Er jiyana xwe ji dest da, li ser bertekên di medya civakî de Mûsa Orhan hat girtin. Bi sedan bersûcên mîna Zeynel Abakarov, Hasan Bîlgîlî û Şîrîn Unal bêyî ku bên darizandin û ceza li wan bê berîn di nava me de bi awayekê pir rehet digerin. Sûcên tacîz û tecawîzê yên li dijî zarokan li Tirkiyeyê bûye pirsgirêkek herî mezin. Bi taybetî li bajarên kurdan, dewlet çavê xwe li van bûyerên tecawîz û tacîzan digire. Ev jî perçeyekê polîtîkayên şerê taybete.”    MÊRSÎN    Melîsa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’ê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev ne înttîhare, tundiya zilame! Jinên hatine qetilkirin îsyana me ne.”   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê Gulay Şen, di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser bi cih neanîna Peymana Stenbolê û xwest peyman bê bi cih anîn.   HATAY   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îskenderûnê jî derbarê mijarê de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê daxuyanî da çepemeniyê.  Fatma Gureş, di daxuyaniyê de li ser navê platformê axivî û wiha got: “Emê tu carî destûrê nedin vê siyaseta qirêj. Divê hem Mûsa Orhan û hem jî hişmendiya ku temsîl dike bê darizandin û ceza kirin.”    WAN   Derbarê mijarê de Meclîsa Jinan a HDPê ya Erdîşa Wanê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê hat dayîn. Ji hêla rêvebera HDP'ê ya navçeyê Hatîce Yildiz ve daxuyanî hat xwendin.   Yildiz, di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên şer ên taybet ên li hemberî bajarên kurdan tê meşandin û got: "Wekî her car çawa di hêla hiqûqî de nêzî sûcdaran dibûn vê carê jî heman ferasetê nêzî Musa Orhan jî bûn. Me carek din jî dît ku li hemberî çanda tecawizê hiqûq çawa nêz dibe. Musa Orhan di serî de nehat girtin û ev tişt wijdana gel aciz kir. Piştî bertekên raya giştî daraz neçar ma ku Musa Orhan bigire."   Yildiz, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna li hemberî tecawizê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Têkoşîna li dijî tecawizê dê her tim di rojevê de be. Xwişka me Î.E dilê me şewitand, lê belê hêrsa me jî zêde kir. Em tu carî zêmarên dayika wê 'Rabe keça min rêya min dirêj û barê min giran e' ji bîr nakin."