Bi hezaran lîre ceza li ciwanan hat birîn 2020-08-20 16:48:40   EDENE – Qeymeqamiya Seyhanê ji ber daxuyaniya çapemeniyê û belavkirina belavokan 37 hezar û 760 TL ceza li 32 ciwanan birî.    Rêxistinên ciwanan li navçeya Seyhana Edeneyê di 30’ê hezîranê û 3’yê tîrmehê de daxuyanî li dar xistibûn û belav belav kiribûn. Qeymeqamiya Seyhanê bi hêceta ku “Muxalefeta Xala 282’yan a Qanûna Hejmara 1593’yan a Ûmûmî Hifzissihha” kirine li her ciwanekî hezar û 180 lîre bi giştî li 32 ciwanan 37 hezar û 760 TL cezayê pere hat birîn. Ciwanan li dijî ceza serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Edeneyê dan û îtîrazî cezayê li wan hatiye birîn kirin.