Parêzerê Malbata Er: Ji ber ku edalet di wext de tecellî nekir, Îpekê mir 2020-08-20 18:09:48   ÊLIH – Parêzerê malbata Îpek Er ku piştî tecawiza çawîşê pispor Mûsa Orhan întihar kiribû û jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku ji ber ku edalet di dema xwe de tecellî nekiriye jina ciwan jiyana xwe ji dest daye.   Li Qubîn a Êlihê çawîşê pispor Mûsa Orhan, tecawizî Îpek Er a 18 salî kiribû. Piştî vê Îpek Er jî di 16'ê Tîrmehê de hewl dabû întihar bike. Îpek Er, a din a rojê li nexweşxaneyê întihar kir. Mûsa Orhan jî hat girtin.    Parêzerê malbata Îpek Erê, Îlyas Tarim behsa binpêkirinên bûne sedema mirina Îpek Erê kirin.    Parêzer Tarim, anî ziman ku Îpek di 24'ê Hezîranê de winda dibe û li ser vê malbata wê serlêdanê dike. Tarim, diyar kir ku 9 roj şûnde Îpek Er li Mala Mamosteyan a Misircê ya Sêrtê tê dîtin û got, malbatê ewilî ji ber sûcê "Tecawiz, bi darê zorê hepdayîn, desteserkirin û gef" li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê giliyê Mûsa Orhan kiriye.    Tarim, anî ziman ku piştî gilikîrinê Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê telefonî Orhan kiriye û jê xwestiye were emniyetê îfadeyê bide. Her wiha Tarim anî ziman ku îfadeya Îpek Erê jî bêyî ku parêzer hebe hatiye girtin. Tarim, diyar kir ku Erê di îfadeya xwe de gotiye Orhan ew serxweş kiriye, heb dane wê û bi zorê tecawizî wê kiriye.    ‘EDALET DI WEXT DE TECELLÎ BIKIRANA WÊ ÎPEK SAX BÛNA'    Parêzer Tarim, bibîr xist ku piştî gilîkirinê bi 9 rojan Îpek Erê hewl daye întihar bike û got: "Di vî neh rojî de çawîşê pispor li ser karê xwe bû. Piştî Erê întihar kir me nameya wê ya ji bavê xwe re hiştibû da dozger. Piştî Îpekê întihar kir Mûsa Orhan hat binçavkirin. Piştî nameya wê ya ku tê de behsa tiştên Orhan anîbûn serê wê kirine derket holê, dozgeriyê xwest Orhan bê girtin. Lê belê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ev yek qebûl ekir. Li ser vê Navenda Mafên jina ya Baroya Sêrtê serî li dadgeha bilind, Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Şirnexê da. Ev îtiraz jî nehat qebûlkirin û Orhan nehat girtin.    Tarim got: "Heger edalet di dema xwe de tecellî bikira, wê Îpek sax bûna."    Tarim, destnîşan kir ku piştî Er jiyana xwe ji dest daye, Mûsa Er ji ber bertek û nerazîbûnên raya giştî hatiye girtin. Tarim, dê Orhan ji ber "êîrşa zayendî" bê darizanin, lê belê ji bo ku bûye sedema întihar, ew ê gilî bikin ku di vî warî de jî bê darizandin. dedi.     MA / Fethî Balaman