DBP û KCD'ê serdana KESK'ê kirin 2020-08-20 18:31:29   ŞIRNEX- Heyeta KCD û DBP'ê di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li Şirnexê serdana KESK û Egîtîm-Senê kir.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" a HDP'ê de li Şirnexê serdana KESK'ê û Egîtîm-Senê kirin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û parlementerên HDP'ê Kemal Bulbul, Hasan Ozgûneş û rêvebiriya HDP'a bajêr di heyetê de cih girtin.   'EM Ê BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR PERGALA CIVAKIYÎ AVA BIKIN'   Di serdanê de li ser navê heyetê Hevseroka DBP'ê ya Giştî Salîha Aydenîz axivî.    Aydenîz anî ziman ku di vê pêvajoyê de piştgirî û têkoşîna saziyan watedar e û got: "Li Tirkiyeyê zilm, zordarî, tunehesibandin û pêkutiyên faşîzan her ku diçe zêde dibin. Ev êrîş herî zêde jî li ser qada kedê tên kirin. Piştî OHAL'ê bi hezaran xebatkar hatin îxrackirin. Şaredarî desteserkirin, hevşaredar, hevserok girtin. Di pergala dewletê de hişmendiyeke demokratîk tune ye. Ji xeynî vê yekrengî, yekdengî û yekolî heye. Li hemberî pergala dewletbûyînê, pêwîste ku pergala civakiyî bê avakirin. Ev jî bi têkoşîna me ya hevpar pêkan e. Em dixwazin ku hemû hêzên demokratîk li hemberî vê ligel me tebikoşin."   Piştî axaftinan pêşniyar û nêrînên saziyan hatin guhdarîkirin.