Li Rihayê rojane hezar kes bi koronayê dikeve 2020-08-21 14:31:55 RIHA – Rêvebera Şaxa SES’ê ya Rihayê Selma Ateş diyar kir ku rojane hejmara pêketiyên koronayê li Rihayê dora hezar kesî ye û ji her 12 xebatkarên tenduristiyê kesek bi koronayê dikeve.   Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Rihayê têkildarî binpêkirina mafên xebatkarên tenduristiyê û Kovîd-19’ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêvebera SES’ê Selma Ateş daxuyanî xwend û diyar kir ku bi berbelavbûna koronayêr e li nexweşxaneyan cih nemaye û xelk li nexweşxaneyan dikeve dorê. Ateş got daxwaza wan ew e ku ne ji bo berjewendiyên piyasayê daxwaza wan ew e ku polîtîkaya tenduristiya xebatkaran û gel û pêdiviyê ji b ovan werin hilberandin û bikevin sepanê.    PÊKETÎ ZÊDE DIBIN    Ateş da zanîn ku şewba vîrûsa koronayê li Rihayê derketiye asta herî jor û li nexweşxaneyan cih nemaye û hin polîkîlînîkên hatine asta nikarin bixebitin û ev yek jî nêzîkatiya di qada tenduristiyê de dide nîşandan. Ateş got kar û barê bijîşkan û xebatkarên tenduristiyê hatine zehmetkirin û meaşên hin xebatkarên tenduristiyê û bijîşkên bi koronayê ketine ji ber tên dermankirin hatiye birîn. Ateş diyar kir ku rojane hejmara pêketiyên koronayê li Rihayê dora hezar kesî ye û ji her 12 xebatkarên tenduristiyê kesek bi koronayê dikeve.