Heyeta KCD û DBP'ê serdana rêxistinên civaka sîvîl kir 2020-08-21 16:01:21 ŞIRNEX- Heyeta KCD û DBP'ê di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li Cizîrê serdana rêxistinên civaka sivîl kir.    Heyeta ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk tê, di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê serdana rêxistinên civaka sîvîl kir.  Heyeta ku ji Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Parlementerên HDP'ê Kemal Bulbul, Hasan Ozgûneş  û rêvebirên HDP'a bajêr pêk hat, serdana Odeya Bijîşkan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD), Odeya Esnafan û Odeya Eczaneyan kir.   'KCD JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYÊN TIRKIYEYÊ FIRSENDEK E'   Li ser navê heyetê Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz axivî.  Aydenîz, bal kişand ser rol û mîsyona KCD'ê û wiha axivî: "Dewletê herî zêde pêvajoya pandemiyê wekî firsendek bikar anî. Bi hinceta vîrûsa koronayê xwest ku hêzên demokrasiyê bêdeng bike. Ji ber vê mirov binçvkirin û êrîs kirin. Bi van pêkanîna xwest ku me bêdeng bikin.  Lê li her derê, li her kolanan gel bû û bêdeng nema. Ev pêvajoye li gorî berjewendiyên xwe rêvebirin. Divê em li hemberî vê rêveberiya faşîzan dengê xwe bilindtir bikin. Ji sala 2016'an ve, heta niha êrîşên xwe yên li ser KCD'ê zêde kirin û deriyê KCD'ê mohr kirin. Lê ev nayê wê wateyê ku deriyê wê mohr kirin, lê em ê li mal rûnin û dev ji têkoşînê berdin. KCD ji bo çareserkirina aloziyên Tirkiyeyê firsendeke mezine. KCD sîwana ol, bawerî, nirx û gelan e. Em jî wekî heyet herêmê digerîn û hem peşniyar û hem jî rexneyên saziyan digirin. Di vê pêvajoyê de, em dixwazin têkoşîneke hevpar bidin meşandin û daxwaziya me jî ji we di vê çarçoveyê deye."