Li Çewligê herî kêm 80’î xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin 2020-08-21 16:12:44   ÇEWLIG- Di Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê de, 3 bijîşk jî din av de herî kêm 80 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketin.    Li navend û navçeyên Çewligê, hejmara pêketiyên şewba vîrûsa korona  (Kovîd-19) her ku diçe zêde dibe. Li navenda û navçeyan, nayê zanîn ku hejmara pêketiyên vîrûsê çiqase. Lê li gorî çavkaniyan, hat diyar kirin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê, 3 bijîşk jî di nav de herî kêm 80’î xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin. Di hefteya derbasbûyî de, hatibû diyar kirin ku 3 bijîşk bi vîrûsê ketine û pêvajoya wan a karantînayê dewam dike. Hat dest nîşan kirin ku ger rewş wisan biçe, wê li nexweşxanê pirsgirêka nebûna xebatkarên tenduristiyê bê jiyîn.