Mazlûm Ebdî ji bo êrîşên Tirkiyeyê bang li garantorên peymana agirbestê kir 2020-08-21 22:37:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, ji bo rawestandina êrîş û binpêkirinên Tirkiyeyê, bang li alîgirên peymana agirbestê ya li Stenbol û Soçiyê hat îmzekirin kir.    Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, bang li alîgirên peymana agirbestê ya li Stenbol û Soçiyê hat îmzekirin kir û xwest êrîş û binpêkirinên Tirkiyeyê bên rawestandin.    Ebdî, li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Di nava hefteyê de Tirkiyeya dagirker, rêvebirê Komîsteya Parastinê yê li Eyn Îsayê karê xwe dikir hedef girt. Di êrîşê de ajovanê rêvebir şehît ket û alîgirê wî jî birîndar bû. Ev binpêkirina peymanên agirbestê ne ku di 17-23'yê Cotmehê de hatin îmzekirin. Em bang li garantorên Stenbol û Soçiyê dikin ku peywira xwe bi cih bînin û êrîş û binpêkirinên Tirkiyeyê rawestînin."   Ebdî, di daxuyaniya xwe de got, Tirkiye her tim gelên herêmê û xebatkarên rêveberiyê bi zanebûnî hedef digire.