Esnaf ji bo heqê kirêya xwe bidin krediyê dikişînin 2020-08-22 09:03:11 COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi belavbûna pandemiyê re aborî ji binî ve nema. Serokê Odeya Esnafan a Colemêrgê Îsmaîl Akboga, anî ziman ku esnaf ji bo heqê fatûreyên xwe yên ceryanê û ji bo kirêya xwe bidin jî krediyê dikişînin.    Yek ji bajarên ku krîza aborî bi awayekî tund bandor lê kiriye jî Colemêrg e. Lê belê bi pandemiyê re krîz kûrtir bûye. Serokê Odeya Esnafan a Colemêrgê Îsmaîl Akboga, bal kişand ser rewşa esnafan.   Akboga, diyar kir ku rewşa esnafên bajêr xirab e û got, bi taybetî jî bi pandemiyê re êdî esnaf nikarin bêhnê jî bistînin. Akboga, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de esnaf di nav deynan de mane û got, gelek esnaf jî derabeyên xwe girtine û top avêtine. Akboga got: "Bi vê re hewê bacê, stojaê, deynên ankeyan, fatûreyên ceryanê û lêçûnên din ketins er hev. Hikûmetê tenê sê mehan deynê esnafan taloq kir. Her wiha hat gotin dê piştgiriya esnafan bikin. Tenê kredan û bi dayîna vê abrê esnafan girantir kirin. Daxwaza me ew e ku bê bedêl destekdayîn ji bo esnafên nikaribûne kergehên xwe veki û zirar kirine. Her wiha pêldariya di kûra dowîzî ya di dema pandemiyê de jî bandoreke mezin li esnafan kir û hê jî dike."    ALVÊR TUNEYE    Akboga, anî ziman ku ji cîroya rojane ya esnafan jî kifş e ku di bêrîka welatiyan de pere tuneye û got, ji ber ku êdî pereyê mirovan tunene, bi karta krediyê alvêrê dikin. Akboga got: "Welatiyên me êdî nikarin ji xwe re îşligekî, ji mala xwe re mobîlyayekê bikirrin. Nikarin amûrên xwe yên spî yên kevn bûne biguherînin. Êdî em dibînin ku ji xeynî pêdiviyên rojane nikarin tiştekî jî bikirin."    BETALÎ ZÊDE DIBE    Akboga, anî ziman ku piraniya kesên dixebitîn piştî pandemiyê betal mane û got, her diçe betalî zêde dibe û veberhênan nayên bajêr.