Fîgen Yuksekdag pirtûka ‘Yikilacak Duvarlar’ nivîsand 2020-08-22 11:54:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, di girtîgeha lê dimîne de, pirtûka bi navê “Yikilacak Duvarlar” nirvîsand. Pirtûka Yuksekdag wê di 1’ê Îlonê de, cihê xwe di refên pirtûkxaneyan bigire.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê girtiye, pirtûka bi navê “Yikilacak Duvarlar” (Dîwar wê Hilweşin) nivîsand. Pirtûka ku wê ji aliyê Weşanên Ceylan ve bê çapkirin, dê di 1’ê Îlonê de di refên pirtûkxaneyan de cih bigere.