Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Ji bo Tîmtîk û Unsal edaletê pêk bînin 2020-08-22 15:06:39 ENQERE - Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê, di daxuyaniya hevpar a dan de, xwestin ji bo parêzer Ebrû TÎmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de, edalet bê bi cihanîn.     Odeya Bijîşkan a Enqerê  (ATO), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî (SES) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza darizandineke adîlane di rojiya mirinê de ne, daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniya hevpar de pankarta “Bila edalet bê bi cihanîn, Ebrû û Aytaç bijîn” hat vekirin. Endama Desteya Rêveber a Odeya Bijîşkên Enqerê Ayşe Ûgûrlû, daxuyaniya hevpar da. Ûgûrlû, diyar kir ku ji bo jiyana parêzeran her saet û kêliya derbas dibe pir krîtîke.       RAPORA ATK’Ê    Ûgûrlû, da zanîn ku Saziya Tipa Edlî rapora ku nikarin di girtîgehê de bimînin da parêzeran û wiha axivî: “Ligel vê jî parêzer nehatin berdan. Rewşa parêzeran krîtîke. Parêzer di şert û mercên xirab de tên girtin. Dîsa parêzer dibin gefa ‘bi zorê mudaxileyî wan’ bikin de ne. Ev nêzîkatî ne hiqûqiye û dûrê danezanên hem neteweyî û hem jî navneteweyî ye. Ev nayê qebûl kirin.”   'GUH BIDIN VÎ DENGÎ’   Ûgûrlû, dest nîşan kir ku ger bi zorê mudaxileyî parêzeran bê kirin, wê encamên ne baş ên fîzîkî û giyanî rû bidin û wiha banga hestiyariyê kir: “Em bang li Wezareta Dadê dikin ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Hem mafê darizandina adîlane û hem jî mafê tenduristiyê, mafên jiyanî ne. Li şûna ku hûn pêşiya van mafan bigirin, guh bidin vî dengî û erka xwe bi cih bînin.”