'Bi gotinê nabe, divê hûn tecrîdê rakin' 2020-08-22 16:58:10 MÛŞ – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, li Mûşê xitabî gel kir û li ser "mizgînî" ya AKP'ê ya  Xaza Xwezayî rawestiya. Buldan, destnîşan kir ku piştî "Mizgînî" ya AKP'ê hilbijartina pêşwext li ber derî ye. Buldan, helwesta partiyên siyasî jî rexne kir û got: "Bi gotina 'Em ji bo pirsgirêka Kurd derketin rê' nabe. Divê hûn tecrîdê rakin û daxwazên gelê Kurd pêk bînin."     Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, di çarçoveya 3'emîn pêngava "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li Mûşê bi esnafan re hat cem hev. Buldan, li navçeya Kopê esnaf ziyaret kir û piştre bi gel re derbasî Mûşê bûn û avahiya HDP'ê ya Mûşê ziyaret kir. Buldan, anî ziman ku hemû hevalên wan neheq û bê sebeb hatine binçavkirin û girtin û got: "Hemû hevalên me ji ber têkoşîna aştî, demokrasî û edaletê dimeşînin tên binçavkirin û girtin. Ev konsepta AKP'ê ya li dijî HDP'ê ye. Lê gelê me ji hemû bedelî re amade ne û tu carî tawîzan nadin. Gelê me di kongreyê de peyama "Em li gel we ne" da. Em li dijî tecrîdê ji bo demokrasî, azadî û aştiyê mezin bikin têdikoşin. Me li ser rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd, demokrasî, edalet, jin, ekolojî û qeyrana aboriyê nirqaşên fireh kirin. Me rêyên çareseriyê danîn holê û me dest bi vê meşê kir. Ji bo çareseriyê pêdivî bi Yekîtiya Hêza Demokratîk heye. Meseleya li Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêka HDP'ê ye. Ne tenê pirsgirêka Kurd e. Hemû kesan eleqeder dike. Pirsgirêkên heyî îro hemû gelê Tirkiyeyê eleqeder dike."    RAPOR KURD BI XWE NE   Buldan, bal kişand ser nêzîkatiya partiyan a li dijî gelê Kurd û wiha berdewam kir: "Li ser îhtimala hilbijartina pêşwext a Tirkiyeyê hemû partiyan meseleya Kurd xistine rojeva xwe. Her yek li ser feraseta ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê kûr dike radiweste. Hemû kes heman tiştî dibêjin. Her kes dibêjin 'Ez ê li Amed û şirnexê raporê amade bikim. Pirsgirêkê çareser bikim. Lê navê rastîn yê vê meseleyê danenîne holê. Yên ku nikaribin nav li pirsgirêkê bikin, nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Kurd bi xwe rapor in. Rapor jiyana gelê Kurd bi xwe ye. Niha hevserokên me û wekîlên me girtî ne. Hûn dê Birêz Abdullah Ocalan tecrîd bikin. Hûn dê ziyaretên malbatan asteng bikin. Li gorî keyfa xwe parêzer û malbatan bişînin. Piştre hûn dê bêjin 'em ji bo çareseriya pirsgirêkê derketine rê' Bila tu kes li qusurê nenere. Divê hûn li gorî daxwazên gelê Kurd gavan bavêjin. Divê hûn tecrîdê bi dawî bikin. Divê hûn girtiyên siyasî tevan serbest berdin. Divê hûn şaredariyan dîsa paşve bidin.    Buldan, li ser feraseta AKP'ê û "Mizgînî" ya AKP'ê-Erdogan jî rawestiya û wiha bi dawî kir: "Erdogan îdea kir ku xaza xwezayî ya li Derya Reş ditine dê di 2023'an de têxin xizmetê. Ev mizgînî da 82 milyon mirov gelo? Di bin vê mizgîniyê de hesabên din hene. Ji bo xaza xwezayî derxin dê mesferek lê here. Ew lêçûn dê ji bêrîka gel derkeve. Kara wê jî dê hevkarên AKP'ê bixwin. Ev çawa mizgînî ye? Vê mizgîniyê tenê dide hevkarên xwe. Hûn dê xaza xwezayî belaş bidin gel? Li pey vê mizgîniyê hilbijartina pêşwext heye. Lê em ji hilbijartina pêşwext re amade ne."