Şerê ku danê nîvro li Çiyayê Gabarê qewimî hîn jî didome 2020-08-22 18:31:32   ŞIRNEX – Şerê ku danê nîvro li herêma Çiyayê Gabarê ya li hêla navçeya Basan a Şirnexê dest pê kiriye hîn jî didome.    Îro danê nîvro li bejahiya gundê Bana û Zêwê yên li quntarên Çiyayê Gabarê di navbera HPG'ê û eskerên tirk de şerek qewimî. Şerê ku ji danê nîvro dest pê kiriye hîn jî diome. Li gor agahiyên bi dest ketin, gelek esker sewqî herêmê hatine kirin. Her wiha 3 helîkopter jî herêmê ji hewayê ve gulebaran dikin.