ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2020'AN 2020-08-23 09:00:56   * Serokê Koma Xebatê ya Enerjiyê ya ÎMMO'yê Ogûz Turkyilmaz, ji bo gaza xwezayî ya ku tê gotin li Behra Reş hatiye dîtin, anî ziman ku ne mimkun e ku di 2023'yan de bê bikaranîn. Analîstê Enerjiyê Ozgur Gurbuz jî anî ziman ku rezerva hatiye dîtin ancax têra 6 salan bike.    * Cotkarên ku li navçeya Germencîkê dest bi berhevkirina hejîrên hişk kirine, diyar kirin ku heqê gubre, mazot, av, derman û ceryanê pir biha ye û gotin: "Keda cotkaran ji bazirganan re diçe." Her wiha karkeran jî anî ziman ku rojê 12 saetan dişixulin û heqdesta wan 70 lîre ye.    * Berdevka Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê Perîhan Koca, diyar kir ku polîtîkayên welat ber bi hilweşandinê ve dibin tên bi rêvebirin û ev bang li hêzên demokrasiyê kir: "Werin em bi hev re li dijî vê herikîna dîrokê biguherînin."   * Bihabûna fiyetên wesyaîtên destê dudoya bandor li firotinê jî kir. Kesên ji bo kirîna wesayîtan tên, ji ber ku fiyetên wan biha ne tenê li wan mêze dikin û diçin.    * Li nexweşxaneyên Enqereyê navbera fizîkî û temasê esas nayê girtin. Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Yenîmahalleyê bi sedan kesên navê xwe ji bo tomarkirinê dinivîsin heman pênûsî bi kar tînin.    * Lê pirsîna der barê Midûrê DEDAŞ'a Mrdînê û Midûrê Qoserê de bi dawî bû. Di lêpirsîna ku ji ber birîna ceryanê hatibû destpêkirin de, hat xwestin ku sed sal ceza li her du midûran bê birîn.    * Çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket. Di pirtûka ku ji aliyê Abdurrahman Aydogdû ve hatiye amadekirin de, 4 hezar û 500 gotinên pêşiyan hene.   * Şandeya KCD û DBP’ê wê li Colemêrgê hin serdanan bike. (10.00-17.00)   * Amedspor, wê 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar bixe û rêveberiya xwe ya nû diyar bikin. (16.00)   * Meclîsên Jin û Ciwanan ên HDP’ê, wê bi şîara “Ji bo avakirina pêşerojek azad, em ê bi hev re bikevin nava tevgerê” li avahiya partiyê ya navçeya Umraniyê bicivin. (17.00)