Gelê Herêma Kurdistanê ji êvarî heta şevê li qadan bûn 2020-08-23 09:06:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê herêma Federe a Kurdistanê şevê din li 8 navendan li dijî polîtîkayên hikûmeta herêmê çalakî li dar xistin.    Li Silêmanî, Helebce, Ranya, Derbendîxan, Kelar, Çemçemal, Koye û Qeladizê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de alozî derket. Li Hewlêr, Dihok û herêma Behdînan jî xwepêşandan hatin astengkirin û hêzek zêde ya leşkerî li nava bajar û navçeyan hatiye belavkirin. Di saetên êvarê de li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê li dijî hikûmetê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de daxwaza sereke hilweşandina hikûmetê û avakirina hikûmetek nîştimanî bû.   SILÊMANΠ   Li Sekoy Azadî ya li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi tevlîbûna hezaran kes xwepêşandanek hate lidarxistin. Di xwepêşandanê de dirûşmên “Birûxê hikûmet” gotin. Xwepêşanderan daxwaza guhertina sîstema hikûmranî, pêkanîna reforman û dayîna muçe kirin. Di dema xwepêşandanê de hinek kesên nenas êrişî Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid kirin.   HELEPCE    Li Helebceyê xwepêşandanê li ber çerxerêya Omerî Xawer destpêkir. Di xwepêşandanê de gelek dirûşmên li dijî hikûmetê hatin gotin. Xwepêşandanê heya nava bazara bajêr berdewam kirin û daxwaza hilweşandina hikûmetê kirin. Di dema xwepêşandanê de ti aloziyek derneket. Xwepêşandan bi awayek aram bi dawî bû.   RANYA    Li navçeya Ranyayê jî ku bi rojane xwepêşandan berdewam dikin, carek din welatî li nava bazara navçeyê kombûn û dest bi xwepêşandanê kirin. Hêzên ewlehiyê êrişî xwepêşanderan kirin, alozî derket. Polîsan bombeyên gazê, bombeyên deng û guleyên pilastîkî bikaranîn. Xwepêşanderan jî bi keviran bersiv dan. Ji ber êrişa polîsan gelek çalakvanên sivîl û xwepêşader birîndar bûn. Nûçegihanê ajansa me Mihemed Hesen ku xwepêşandanê dişopand, bi guleyên pilastîkî birîndar bû.   KELAR    Li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê jî xwepêşandanê li ber Parka Leyla Qasim destpêkir û piştre ber bi bazara navçeyê ve berdewam kir. Di dema xwepêşandanê de di navbera polis û xwepêşanderan de alozî derket. Asayîşa Germiyanê ciwanek binçavkir û piştre gule di ser xwepêşanderan re avêtin. Piştre xwepêşander ber bi avahiya asayîşê ve birêketin û li wir nerazîbûn nîşan dan. Piştre xwepêşander ber bi qeymeqamiya Kelarê ve birêketin. Xwepêşanderan agir bi hewşa avahiya qeymeqamtiyê xistin û hêzên asayîşê jî gule di ser xwepêşanderan re avêtin.   HEWLÊR    Li Hewlêrê ji bo pêşîlêgirtina xwepêşandanê hêzek zêde ya leşkerî li nava bazarê hatiye belavkirin. Gelek welatî hatine binçavkirin, rê nehat dayîn welatî kom bibin. Her wiha hate gotin asayîşê êrişê Parlamenterê Herêma Kurdistanê Kawa Ebdulqadir kir.   BEHDÎNAN    Ji bo astengkirina xwepêşandanan li bajaroka Şêladiz, Sirê û herêma Behdînan giştî bûye leşkergeh. Bi darê zorê bazar û dikanên welatiyan tên daxistin, rê bi kombûn û rawestana nava bazarê nayê dayîn. Li nava bazara bajaroka Şêladizê hêzek zêde ya leşkerî hatiye belavkirin. Li ser gir û cihên bilind segvan hatine bicihkirin. Her wiha welatî tên neçar kirin ku dikanên xwe bigrin. Li nava mizgeft û cihên giştî hêzek veşartî hatiye bicihkirin ji bo rê li pêşiya xwepêşandanan bigrin.